19:41 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    Pêşveçûna Hêzên Iraqê ya li Mûsilê dewam dike

    © AFP 2017/ Ahmad al-Rubaye
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşveçûna Hêzên Iraqê ku operasyon bo rizgar kirina Mûsilê dan detpêkirin dewam dike. Li gorî raporên ku ji enîşa şer hatin, Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê (ICTS) Zanîngeha Mûsilê ji terorîztan paqij kirine.

    Fermandarê iraqî Abdul Emîr Raşît, ku operasyona Mûsilê birêve dibe diyar kir ku piştî şerên dijwar avahiya Zanîngehê û avahiyên din ên girêdayê zanîngehê ji rêxistina terororîst a DAIŞê rizgar kirine.

    Ajansa Rûdawê ragihand ku operasyonên ji bakurê ve ber bi Zanîngeha Mûsilê û ji rojhilat jî ber bi Taxa Faysallahê dewam dike. Hate eşkere kirin ku Hêzên Iraqê di operasyonên xwe yê dawî de peşveçûna xwe dewam kirine û gihîştine peravê Çemê Dicleyê ku bajarê Mûsilê dixe dualî.

    Daxuyaniya ku doh ji aliye Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ve hat dayîn de hêzên Iraqê jî sedî 70 û 80ê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê paqij kirine.

    Çapamaniya Iraqê dan zanîn ku Avahiya Zanîngehê bo çihadîstan pir girîng bûye û avahiyên li herêmê wek baregeh dihatin bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê 8 welat ji bo têkoşîna DAIŞê dicivin
    "Em li Iraqê modela Çekoslovakyayê pêşniyar dikin"
    "Dewleta kurdî bi rê de ye û em ti carî nebûne beşek ji Iraqê heta em veqetin"
    Ebadî: Heta leşkerên Tirkiyeyê ji Iraqê venekişin, têkiliyên Bexda-Enqereyê baş nabin
    Artêşa Iraqê: Alîkarê Bexdadî di bombebaranê de hat kuştin
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Serkanê Iraqê vexwend Enqereyê
    Etîketan:
    pêşveçûn, rizgarkirin, operasyon, DAIŞ, Rûdaw, Abdul Emîr Raşît, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de