20:15 24 Hezîran 2017
Zindî
    Nadiya Murad

    Nadiya Muradê tîşortê Barcelonayê bi hejmara 10an li xwe kir

    © AP Photo/ Jordan Strauss
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7210

    Tîma Barcelonayê ya navdar duh pêncşemê tîşorteke ku hejmara 10an li ser hatiye nivîsîn da balyoza niyetên qenc a NYyê, kurda êzidî Nadiya Mûradê ku bûye sembolek ji jinên êzidî re yên ji destê DAIŞê rizgar bûne.

    Serokê Klûba Barcelonayê Josep Maria Bartomeu, tîşortê navê Nadiya Murad li ser nivîsiye, radestî Muradê kir ji ber wêrekî û xurtiya wê ya ku tevahiya cîhanê giryand piştî wan tore DAIŞê anîn serê kurdên êzidî.

    ​Birêveberê ragihandinê yê rêxistina Yezdayê ji peyamnêra Spûtnîkê re ragihand ku Muradê li ser daxwaza hikûmeta Îspaniyayê serdana wê derê dikir ta ku beşdarî konferansekê bibe û li wê derê bi birêveberên herêma Katalonayayê re civiya û ji aliYê klûba Barcelonayê ve hat vexwendin.

    Heskanî diyar kir ku Murad hatiye vexwendin ta ku bi tîşortekî ku hejmara 10an û navê wê li ser nivîsandî bê xelatkirin. Fûtbolîstê navdar Lionel Messi jî beşdarî merasîma xelatkirina Muradê bû.

    Ji aliyê din ve, Heskanî diyar kir ku Murad bi rayedarên îspanî re behsa rewşa jinên êzidî yên revandî kir û ji hikûmeta Îspanyayê xwest ku tiştê heyî wek komkujî bi nav bike û piştgiriyê bide dosyaya jenosîda êzidiyan.

    Hêjayî gotinê ye ku hevdîtina Nadiya Muradê ya Yezda piştgiriya wê dike bi navdartirîn tîmên fûtbolê yên cîhanê re fersendeke giring e ta ku bikare peyama xwe di rêya cîhana wezişê re bigihîne cîhanê û bala çapemeniya Îspanyayê bikişîne ser wan komkujî û zulma li dijî kurdên êzidî hatibûn kirin.

    ​Nadya Murada ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û îstismarkirin, karî bi deng û wêrekiya xwe, raya giştî ya cîhanê bihejîne û bala tevahiya cîhanê bikişîne ser zulma li dijî kurdên êzidî hatiye.

    Nadiya di 25ê Tabaxa 2016an de ji aliyê NYyê wek balyoza niyetên qenc hat hilbijartin ta ku piştgiriyê bide bi hezaran jinên êzidî yên DAIŞê ew revandine.

     

    Bi heman mijarî:

    Her du keçên kurd Nadiye Murad û Lemiya Beşar xelat wergirtin
    DAIŞê bajarokê Rai yê bî ser Ezazê ve teslîmî grûba Siltan Murad kir
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    4 jinê êzidî yên kurd ji DAIŞê hatin rizgarkirin
    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Cejna Ezî ya kurdên êzidî pîroz kir
    Parlemana Fransayê ji bo êzidî û xirîstiyanan biryareke girîng stand
    9 jin û zarokên êzidî li Reqqayê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Yezda, Josep Maria Bartomeu, Nadiya Murad, Lionel Messi, Îspanya, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de