23:59 21 Sibat 2017
Zindî
    misir-qahîre

    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Sekreterê Tevgera Dîplomasiyê ya Gel ku yek ji wan muxalîfên Sûriyeyê ye Qasim Xetîp ragihand ku koma ku li Kahireyê hat avakirin, piştî hevdîtinin li Astana û Cenevreyê dê li Misrê jî civîn li dar bixin.

    Xetîp, bersiv da pirsên Sputnikê û diyar kir ku muxalîfên ku li Kahireyê paytexta Misrê civiyan, têkiliya wan bi hevdîtinên aştiyê ya li Astanayê tine ne.

    Sekretêrê Tevgera Dîplomasiya Gel destnîaşn kir ku amadekariya civîna muxalîfên Sûriyeyê li Kahireyê dewam dike. Tu eleqeya civînan bi hevdîtinên Astanayê re tine ne. Civîna ewil di 23ê Rêbendana 2015an de pêk hat û ya 2an jî di 7-8ê Hezîranê pêk hat. Îro jî em hîsdikin ku hewcedarî bi civîna 3yêmîn heye. Herwiha Xetîp da zanîn ku plan dikin mehek an jî hefteyek piştî hevdîtinên Astana û Cenevreyê, civîn li dar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: ‘Komên muxalîf agirbestê binpê nakin'
    Rusya: 10 komên din ên çekdar beşdarî agirbestê bûn
    Nûnerên komên filîstînî dê serdana Moskowê bikin
    Komên terorîst dîsa êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikin
    Komên terorîst taxa Şêxmeqsûdê topbaran dikin
    Komên çekdar li herema Şehbayê tanka Artêşa tirk bikar tînin
    Etîketan:
    muxalîf, plan, astana, hevdîtin, civîn, Sputnik, Qasim Xetîp, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de