18:28 20 Hezîran 2018
Balafirên F-35

"Îsraîlê di êrîşa duh a Şamê de balafirên xwe ceribandin"

© AP Photo / Ross D. Franklin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Duh balafirên Îsraîlê çend moşek avêtibûn nêzîkî gola Teberiyayê ku li ber balafirgeha Mezê ya Şamê ketibûn. Pisporê leşkerî û analîzkarê stratejîk Tuxgeneral Mihemed Serhan eşkere kir ku Îsraîl bi vê êrîşê hewl dide piştgiriyê bide rêxistinên terorê û dixwaze balafirên xwe yên nû biceribîne.

Pisporê leşkerî û analîzkarê stratejîk Tuxgeneral Mihemed Serhan got, piştî ku 8 moşekan depoyên sotemeniyê kirin armanc ku tê texmînkirin ji du balafirên îsraîlî hatibin avêtin, agir gihişt depoyên sotemeniyê yên derdora balafirgeha leşkerî ya Mezê.

Serhan ji Spûtnîkê re ragihand ku Îsraîlê balafirên F-35ê di van êrîşan de bi kar anîne ku ji kêlîka pêşî ve, ji aliyê rayedarên sûrî ve jî hatibû piştrastkirin ji ber Îsraîl tekane dewleta herêmê ye ku balafirên wê yên ji vê modelê hene û berî du hefteyan ji DYAyê ji wan re hatibûn.

Herwiha analîzkarê sûrî diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku alîkariya rêxistinên terorê bikin ku hêzên Artêşa Sûriyeyê bi vê bûyerê ve mijûl bikin û herwiha Îsraîlê bi vê bombebarankirina lezgîn xwestiye ku balafirên xwe yên nû biceribîne.

Ji aliyê din ve, Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê li ser zimanê rayedarekî ku navê wî eşkere nekiribû wiha ragihand:

Di hewldaneke bêhêvî de ji bo piştgirtina rêxistinên terorê, Îsraîlê saet 00:25ê piştî nîvê şevê moşek avêtin derdora gola Teberiyayê û di encamê de agir bi cihê bûyerê ket.

Çavkaniya sûrî di daxuyaniya xwe de bi tundî hişyarî da Îsraîlê û teqezî li ser şerê xwe li dijî rêxistinen terorê kir.

 

 

Bi heman mijarî:

Balafirên şer ên Tirkiyê êrîş bir ser Qendîlê
Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke
Kerry derbarê aştiya di navbera Îsraîl-Filîstînê de axivî
Îsraîl pergala Qubbeya Hesin sewqî Azerbaycanê dike
Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
Îsraîl li baregeha NATOyê ofîseke dewamî vekir
Etîketan:
balafir, F-35, Mihemed Serhan, Sûriye, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de