19:41 13 Kanûn 2017
Zindî
    تاکنون قاسم سلیمانی را در فلوجه ندیده‌اند

    Şêwirmendê Qasim Silêmanî dibe Balyozê Îranê yê li Bexdayê

    © AFP 2017/ ISNA/MEHDI GHASEMI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îrec Mescidî yê ku Şêwirmendê Fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî ye, wê li Bexdayê erka Balyoziya Îranê bimeşîne.

    Li gorî agahiyên çapemeniya Îranê ji ber ku dawî li peywira Balyozê Îran ê li Bexdayê Hesen Danayî hatiye, li şûna wî Îrec Mescidî yê Şêwirmendê Fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî ye, wek Balyozê Îran ê li Bexdayê hat peywirdarkirin.

    Di wan agahiyên çapemeniya Îranê de hat gotin ku piştî bidawîbûna qoneke taybet a kare dîplomasiyê, Îrec Mescidî bû Balyoxê Îranê yê li Bexdayê. Her wiha di serbarê sedema tayînkirina Mescidî de jî hat gotin ku sedema hilbijartina Îrec Mescidî şerê li dijî terora DAIŞê û şerê navxweyî yê li Iraqê ye.

    Ligel vê yekê hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya mehekê dema peywira Balyozê Îranê yê li Sûriyeyê Mihemedriza Şeybanî jî bidawî bibû lê heta li şûna wî tu kes nehatiye tayînkirin. Tê behskirin ku Cewad Turkabadî yê ku berê Balyozê Îranê yê li Sûdanê bû, dibe were tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îdîa - Ji bo operasyona Mûsilê Qasim Silêmanî û Cemil Bayik hevdîtin pêk anîn
    Alîkarê Qasim Silêmanî hat kuştin
    Qasim Suleymanî çû serdana malbata fermandarekî pêşmergeyan
    Îdia: Qasim Silêmanî beşdarê operasyona Mûsilê dibe
    Qasim Silêmanî bangî Sedr kir: ‘Kûçikên xwe kom bike'
    Qasim Şeşo: PKK nahêle pêşmerge Şingalê rizgar bikin
    Etîketan:
    Balyozê Îranê yê li Bexdayê, Fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê, Îrec Mescidî, Qasim Silêmanî, Iraq, Bexda, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de