20:14 24 Hezîran 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî ji Erdogan re: Hêvî dikim, em bi hev re dawiya terorê bînin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo kesên di êrîşên terorê de jiyana xwe ji dest daye, sersaxî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwest û wiha got: Em hêvî dikin ku bi hevkariya Tirkiye û Îranê, teror bê jinavbirin."

    Serokkomariya Îranê duha daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û hevkarê wî yê tirk Recep Tayyip Erdogan bi telefonê derbarê pêşketinên dawî yên herêmê de axivîn.

    Rûhanî bi kêfxweşî pêşwaziya agirbesta li Sûriyeyê hatiye ragihandin kir û wiha got: "Divê em hemû bixebitin ji bo ev agirbest dewam bike. Teqez e ku hevkariya navbera Enqere, Moskow û Tehranê gelekî giring e ji bo istiqrar û aştiya herêmê".

    Derbarê civînên Astanayê de jî, Rûhanî diyar kir ku li gel hevkariya Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê relativ be jî, ew hêvî dikin ku alîkariya istiqrara Sûriye û Herêmê bike.

    Herwiha Rûhanî wiha got: "Hemû rêxistinên terorê yên li herêmê neyarên me ne. Armanca me ew e ku em li dijî hemû rêxistinên terorê têbikoşin".

    ERDOGAN: DIVÊ EM JI BO XURTKIRINA BINGEHÊN AGIRBESTÊ BIXEBITIN

    Ji aliyê din ve, Erdogan ji milet û dewleta Îranê re ji bo mirina serokkomarê berê Elî Ekber Haşim Refsencanî sersaxî xwest û teqez kir ku Refsencanî xebatên mezin kiribûn ji bo têkiliyên Tirkiye û Îranê xurt bike.

    Erdogan teqez kir ku divê hevkariyê herdû welatan di tunekirina komên terorîst de hebe û wiha got: "Berpirsyariyên Tirkiye û Îranê li herêmê hene."

    Serkkomarê tirk derbarê agirbesta Sûriyeyê de jî wiha got: "Divê em hemû ji bo xurtkirina bingehên agirbestê bixebitin."

     

    Bi heman mijarî:

    Hesen Rûhanî ji bo Pûtîn nameya sersaxiyê şand
    Ji Pûtîn bo Rûhanî: Rizgarkirina Helebê li hemberî terorîzmê gaveke girîng bû"
    Rûhanî li Ermenîstanê bi Sarkijyan re civiya
    Peskov: Plana hevdîtina Pûtîn-Erdogan û Rûhanî nayê kirin
    Rûhanî ji bo serfiraziya Helebê Esad pîroz kir
    Rûhanî şêwaza namzetên serokatiya Amerîkayê rexne kir
    Etîketan:
    Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de