16:12 29 Adar 2017
Zindî
    Kargeh - teqîn

    Li bajarê Tirkiyê Kocaeliyê di kargehekê de teqîn pêk hat: Karkerek mir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê di kargehekê de teqîn pêk hat. Li gorî zanyariyên pêşîn karkerekî jiyana xwe ji dest da, 15 karker jî birîndar bûn.

    Hate diyarkirin ku îro di saetên nîvro de li Herêma Pîşesazî û Organîzeya Dilovasi yê bajarê Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di karkeha ku hesin dihelînin de teqîn pêk hatiye û di encamê de jî karkerek jiyana xwe ji dest daye, 15 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar bo derman kirinê rakirin nexweşxaneyên Gebze û Daricayê.

    ​Qeymeqamê navçeya Gebzeyê piştî bûyerê daxuyanî da û destnîşan kir ku di teqînê de karkerek jiyana xwe ji dest daye, 15 kes jî birîndarin. Herwiha rewşa birîndaran jî baş e.

    Li gorî haydariyan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Bombeya bideng avêtin kargeha Serokê AKPê
    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    Îtalya li Kurdistanê kargeha berhemên zeytûnan vedike
    Serokê AKPê li kargeha xwe mirî hat dîtin
    Etîketan:
    birîndar, mirî, hesin, kargeh, teqîn, Kocaeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de