20:13 24 Hezîran 2017
Zindî
    Tirkiye û YE

    HRWê di raporta xwe ya 2017an de rexneyên tund li Tirkiyeyê giritn

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Rêxisina Mafên Mirovan(HRW)ê raporta xwe ya sala 2016an weşand û tê de rexneyên tund li Tirkiyeyê digire ji ber biryarnameyên hikûmî yên mafên mirovan bin pê dikin û girtina hevserok û parlementerên HDPê yên ku ji aliyê b milyonan kesan ve hatine hilbijartin.

    HRW di destpêka raporta xwe de balê dikişîne ser hewldana derbeya leşker, rewşa awarte û girtina karmend, polîs û leşkeran û wiha dewam dike: "Hikûmeta ku piştgiriyê ji partiyên sereke yên dijberiyê jî digire, Fethullah Gulen bi plankirina derbeyê tawanbar dike û wî wek rêxistineke terorê bi nav dike. Lê ew bergiriyên tund ên hikûmetê girtin, gihiştin partiya dijber a alîgira kurdan. Herdû hevserokên vê partiyê li gel hinek parlementer û şaredarên wê girtin ku bi girtina wan re, bi milyonan hilbijêr ji nûnerên ku wan bijartibûn bêpar man".

    Herwiha raport diyar dike ku qeyrana Sûriyeyê hîn jî bandorê li Tirkiyeyê dike ku bûye sedema gelek êrîşên DAIŞê di nav sînorên Tirkiyeyê de û êrîşa balafirgeha Stenbolê ya 45 kes tê de hatin kuştin û êrîşa li ser daweta kurdan li Dîlokê ku 57 kes tê de hatin kuştin wek mînakên wê nîşan dide.

    Derbarê biryarnameyên hikûmî (KHK) yên ku bi ji aliyê encûmena wezîran bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê ve tên derxistin de jî, wiha tê gotin: "Piraniya KHKyan bergiriyên wiha dihewînin ku bi misogeriyên mafên bingehîn ên mirovan û berpirsyariyên Tirkiyeyê yên hiqûqa hundirîn û ya navdewletî re nakok in".

     

    Bi heman mijarî:

    ATOR: Geştyarên Rûsî dibe ku li Qirimê biçin Tirkiye an jî Misrê
    Tirkiye: Di muzakereyên Kibrisê de em gihîştin qonaxa dawî
    Dibe di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevkariya leşkerî û parastinê were rojevê
    Akademîsyenê Kurd: Dê Îran, Tirkiye û Iraq li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê bibin yek
    Muslim: Tirkiye li El-Babê ketiye teqanê
    Yildirim: Heyamek nû di têkiliyên Tirkiye-Iraqê de dest pê kir
    "Di dîrokê de Rûsya û Tirkiye 4 caran bûne hevalbend"
    Etîketan:
    mafên mirovan, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de