17:41 23 Çile 2017
Zindî
    Muxtarî

    Li Amedê li şûna 3 muxtaran qeyûm hatin tayînkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li navçeya Bismil a Amedê 3 muxtar ji ber parvekirinên medya civakî ku tê îdîakirin propagandeya rêxistinê kirine ji wezîfê hatin standin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.

    Muxtarê Taxa Esentepe yê navçeya Bismilê Alaattin Tekin di axaftina xwe ya ji wezîfestandinê de got: "Ji ber ku min wêneyê diya xwe ku 3 sal berê jiayana xwe dest dabû li ser medya civakî parvekir ez ji wezîfê standim. Ji bo ku şerpeya diya min kesk û sor û zer bû kirin sedem û ez ji kar dûrxistim."

    'ÊZ Ê LI MAFÊ XWE BIGERIM'

    Yek ji muxtarên din ê Taxa Altioka navçeya Bismilê Mursel Zoroglu jî got: "Ez 24 salan muxtar im. Bangî me kirin em çûne midûriyetê û îfadeya me girtin. Jixwe ez nizanim telefon û medya civakî bikar bînim. Ez bi gelek hikûmetan re xebitîm û heta niha min qet karekî bêqanûnî nekiriye. Ez ê bi rêyên hiqûqî li heqê xwe bigerim."

    Mehmet Bayindirê ku 8 sal in muxtariya Taxa Sanayiyê dike û ji wezîfeyê hat dûrxistin got: "Li midûriyetê parvekirinên Facebookê ji me pirsîn. Min jî wêneyê namzedê serokomariyê ku serokê partiyeke siyasî ye Selahattin Demirtaş parve kiribû. Bêyî ku me derxînin dadgehê me birin şaxa tekoşîna dijterorê. Bi erêkirina qeymeqam û walîtiyê min ji wezîfeyê dûr xistin."

    Bi heman mijarî:

    Li Bismilê teqîn: 2 leşker birîndar bûn
    Li navçeya Bismilê ya Amedê êrişa leşkeran: Çawişekî pispor hat kuştin
    Li navçeya Bismilê çawişekî pispor hat kuştin
    Li Bismilê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
    Li Îdir, Îzmîr û Bismilê 2 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    muxtar, Qeyûm, Facebook, HDP, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Qeyûmê Şaredariya Bimsilê, Walîtiya Amedê, Selahattin Demirtaş, Mehmet Bayindir, Mursel Zoroglu, Alaattin Tekin, Amed, Bismil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de