14:34 23 Sibat 2017
Zindî
    Xistina balafira rûsî

    ‘Sererkanî ji bo balafira rûsî serokwezîrtî hişyar kir'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li gorî nûçeya Hurriyetê, Fermandariya Hêza Hewayî di 22ê Cotmeha 2015an de ji bo mijara îhlalên balafirên rûsî bi rêya Sererkaniyê nivîsek ji serokwezîrtiyê re şand.

    Li gorî nûçeya Deniz Zeyreka rojnameya Hurriyetê, Fermandariya Hêza Hewayî di 22ê Cotmeha 2015an de ji bo mijara îhlalên balafirên rûsî bi rêya Sererkaniyê Giştî nivîsek ji serokwezîrtiyê re şand. Fermandariyê di nivîsa xwe de ragihand ku guherîna qaîdeya ji bo Rûsyayê tenê ne ji bo têkiliyên Enqere û Moskowê wê di pêwendiyên NATOyê de jî pirsgirêkan derxîne.

    Denîz Zeyrek di berdewqamiya nûçeya xwe de got: "1ê Cotmeha 2015an Hêza Hewayî ya Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi operasyonan kir. Dema ku li bakurê Sûriyeyê Çiyayê Kurmênc bobebaran kir, li Hatayê li ser gundên me firîn pêk anî."

    Di 3 û 4ê Cotmehê de wesayîtên hewayî yên rûsî dîsa qada Tirkiyeyê çend caran ihlal kirin. Rûs hatin hişyar kirin, lêborîn xwestin û gotin ev xeletiyeke navîgasyonî ye.

    Di civîna Serokwetîrya Ahmet Davutoglu ya di 6ê Cotmehê de îhlal û tacizên balafirên rûsî hatin axaftin. Di civînê de qaîdeya Şerê Sar a Yekîtiya Sovyetê ku balafira rûsî nayê xistin hat guherandin û herwiha biryar hat dayîn ku di serdema ihlalê de bila fermandar û îradeya siyasî xwedî erk be.

     

     

    Bi heman mijarî:

    1emîn salvegera xistina balafira rûsî
    Kulunkê AKPeyî: "Xistina balafira rûsî, operasyona li dijî Tirkiye û Rûsyayê bû"
    Aliyev: "Di xistina balafira rûsî de dibe rola hêzên derve hebe"
    Omer Çelik: "Xistina balafira rûsî qezayeke ku me nedixwest bû"
    Piştî teşebusa derbeyê doza xistina balafira rûsî berfirehtir bû
    Etîketan:
    Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê, NATO, Mijara xistina balafira rûsî, Fermandariya Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê, Deniz Zeyrek, Ahmet Davutoglu, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de