17:40 23 Çile 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Jina nizane bixwîne û binîvîse, bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hate girtin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Fehîme Turan a 60 salî ya ku 23 rojan destesekirî ma bi hinceta ‘endama rêxistinê' ye hate girtin. Hevjinê Fehîme, Abdulkadîr Turan bertek da girtina hevjina xwe û got: ‘Bila bi lez ev bêhiqûqî bê rawestandin û hevjina min bê berdan.'

    Fehîme Turan ya 60 salî di çarçoveya operasyona ku li Riha û navçeyên wê hata kirin de li navçeya Serêkaniyê hate girtin. Turan a ku 23 rojan destesekirî ma, ji aliyê dadgehê bi hinceta ‘endama rêxistinê' ye hate girtin.

    Dadgehê Fehîma Turan a ku nizane bixwîne û binivîse, bi hinceta ku li ser medyaya civakî hin parvekirin kiriye ew girt. Herwiha endamtiya wê ya KCDê (Kongreya Civaka Demokrat) jî wekî sedem hate nişandan.

    Hevjinê Fehîme Turan, Abdulkadîr Turan bertek da girtinê û got bila ev bêhiqûqî êdî raweste û hevjina min berdin.

    Bi heman mijarî:

    Kurtulmuş: Em hemû hesabên medyaya civakî dişopînin
    Li ser medyaya civakî kampanyaya 'Bila Girava Axtamarê nebe çol' dest pê kir
    Wezareta Karên Navxweyî: Ji ber medyaya civakî hezar û 656 kes hatin girtin
    Kesên li ser medyaya civakî pesnê teqîna Beşîktaşê dan hatin binçavkirin
    HDPê li ser medyaya civakî dê ji rewşa awarte re bibêje: Na
    Kim Kardashiana rûs bûye fenomena medyaya civakî
    Li ser medyaya civakî gefa mirinê li siyasetmdarên kurd xwarin
    Etîketan:
    xwendin û nivîsandin, hincet, girtin, serêkaniyê, riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de