02:59 23 Hezîran 2017
Zindî
    Rojava

    Birêveberiya Sûriyeyê û kurd federasyonê gotûbêj dikin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51230

    Hat zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê bi serperiştiya Rûsyayê bi kurdan re federasyonê guftûgo dike. Siyasetmedarê kurd Dr. Ferîd Sedûn ragihand ku ew ji bo gotûbêjkirina daxwaza kurdan a federasyonê bi hikûmeta Sûriyeyê re çûne Şamê û diyar kir ku Rûsya garantoriya van gotûbêjan dike.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Rojava hatine bidestxistin, Rûsya bi aliyên kurdî yên derveyî PYDê re jî gelek civînan li dar dixe. Berî du hefteyan Rûsyayê 24 partiyên kurdî ku PYD û partiyên ENKSê jî di nav wan de bûn, vexwendin baregeha leşkerî ya Himeymimê û bi wan re civiya. Niha jî Rûsya bi kesayetên giring ên kurdan re dicive û herwiha wan kesayetan bi birêveberiya Sûriyeyê re jî dicivîne.

    Hat zanîn ku di rêya van xebatên Rûsyayê re, hinek kurd federasyonê bi birêveberiya Sûriyeyê re diaxivin.

    Siyasetmedarê kurd Dr. Ferîd Sedûn
    © Sputnik. Hikmet Durgun
    Siyasetmedarê kurd Dr. Ferîd Sedûn

    Siyasetmedarê kurd Dr. Ferîd Sedûn ê ku di civînan de cih girtibû de derbarê mijarê de bi Spûtnîkê re axivî.

    "ARMANC EW E, EM RÊ LI BER PYD Û ENKSÊ VEKIN"

    Sedûnê diyar kir ku îro ji Qamişloyê hat Şamê ta ku bi hikûmeta Sûriyeyê re gotûbêjên federasyonê bikin. Siyasetmedarê kurd wiha got: "Rûsya berî çend rojan hat Qamişloyê û bi me re civiya. Ji bo berdewamî û tenduristiya civînan, Rûsyaê ji me xwest ku em bi birêveberiya Sûriyeyê re bicivin. Herwiha Rûsyayê em vexwendin baregeha leşkerî ya Himeymimê. Me jî ew pêşniyara wan pejirand. Îro ez û du hevalên siyasetmedar ên serbixwe hatin Şamê. Em her sê wek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd hatine. Armanca me ne îmzekirina federasyonê ye lê vekirina rê li ber federasyonê ye. Gava ku PYD û ENKS bên van civînan rêya wan vekirî be. Em ê îro ji Şamê biçin Hmeymimê ji bo em bi rûsan re bicivin. Piştî civîna bi rûsan re, em ê careke din vegerin Şamê û bi hikûmeta Sûriyeyê re jî bicivin. Em ê di van du rojan de, bi rûsan û bi birêveberiya Sûriyeyê re civînan li dar xin. Em ê ji bo çareserkirina kêşeyên kurdên Sûriyeyê bi hevdîtinan li dar xin. Em ê behsa federasyonê bikin. Em ê di civînan de federasyonê bixwazin. Ji bo me tevahiya Sûriyeyê ne giring e lê ji bo me rewşa kurdên Sûriyeyê giring e. Em dixwazin biryareke hevbeş bidin".

    "RÛSYA DIBÊJE, XWESERIYÊ BIPEJIRÎNIN, DI VAN MERCAN DE BAŞ E"

    Herwiha Sedûn teqez kir ku Rûsya garantoriya van civînan dike û giringiyeke mezin dide wan û wiha pê de çû: "Ji ber Rûsya garantora van civînan e, em hatin. Rûsya, fişarê li hikûmeta Sûriyeyê dike. Hikûmeta Sûriyeyê dibêje, ez mafê civak, gel û rewşenbîran nadim. Lê Rûsya ji me re dibêje, hûn çi bixwazin, wê bibêjin û em ê wî tiştî ji hikûmeta Sûriyeyê re bibêjin. Em ê bi wan re biaxivin. Rûsya ji me re dibêje, Sûriye xweserî yanî otonomiyê bide we, bipejirînin. Niha bi van derfetan, xweserî baş e".

    "RÛSYA DIXWAZE KÊŞEYA KURDAN WERE ÇARESERKIRIN"

    Ji aliyê din ve, Sedûn diyar dike ku Rûsya dixwaze kêşeya kurdan çareser bike û wiha dibêje: "Rûsya giringiyê dide van civînan. Rûsya dixwaze kêşeya kurd were çareserkirin. Eger kêşeya kurdên li Sûriyeyê were çareserkirin. Barê li ser poişta hikûmeta Sûriyeyê dê sivik bibe. Ji ber vê Rûsya dixwaze kêşeya kurd were çareserkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Peymana bêdem mayîna Rûsyayê li Hmeymîmê ji Konseya Federasyonê derbas bû
    DYA li hember hewldana federasyonê ya PYDê ye
    "Kurdên Sûriyeyê, meha bê dê pêşnûmaya makeqanûna federasyonê pesend bikin"
    Îlham Ehmed: "Amerîka û Rûsya neçar in ku federasyonê nas bikin"
    Menna bi sedema îlankirina federasyonê ji hevserokatiyê vekişiya
    KURDISTAN ''Em piştgiriya daxwaza federasyonê ya kurdên Rojavayê..."
    Yekitiya Erebî: "Kurd bi xwe jî federasyonê naxwazin"
    Etîketan:
    Ferîd Sedûn, Qamişlo, rojava, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de