03:00 23 Hezîran 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê Operasyon

    Li dijî Şaredariya Muradiyeyê operasyon: 1 zarok 16 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Stoyan Nenov/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Hat ragihandin ku di operasyona hêzên tirk ên li dijî Şaredariya Muradiye ya navçeya Wanê de yek jê zarok 16 kes hatin binçavkirin.

    Îro berê sibehê tîmên Şaxa Midûriyeta Tekoşîna Dijterorê li dijî Şaredariya Muradiyeyê operasyonek lidar xistin. Polêsan di dema serdegirtinê li odeya Hevşaredar Dr. Mehmet Ali Tunç jî lêgerîn kirin. Li gorî nûçeya DİHABERê polêsan piştî ku bi ser mala hevşaredar a li Erdîş û Muradiyeyê de girtin mal hemû belavkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di operasyona hemdemî ya li navçeya Muradiyeyê de karmendê firûna nanpêj Ercan akkuş, Ercan Dilmaç, Mesut Yilmaz, ciwanê 15 salî H.K., endamê meclisa şaredariyê, turan Tunç, Nesim Solmaz, Dogan Başak, Ekrem Karagule, Hevserokê DBPê yê navçeya Muradiyeyê Mehmet Kaplan, Halil Guler, Kemal Karagule, Bahattin Karagule, Yusuf Karagule û 3 welatiyên din ku navê wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku derheqê operasyonê de tu agahî nehatine dayîn û kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehî ya Navçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Bi tohmeta endamtiya PKKê 36 kesên din hatin binçavkirin
    Têkildarî êrişa Izmîrê 5 kes hatin binçavkirin
    2 kes bi gumana êrîşa Îzmîrê hatin binçavkirin
    Di operasyona FETO/PDYê karmendên wezaretê jî hatin binçavkirin
    Li Bursayê Hevserokên HDPê yên navçeyan jî di nav de 4 rêvebir hatin binçavkirin
    Etîketan:
    tîmên Şaxa Midûriyeta Tekoşîna Dijteror a nevçeyê Muradiyeyê, Operasyona binçavkirinê, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de