10:04 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê avahiya walîtî û pira bajêr a 2yemîn kontrol kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Hat ragihandin ku Hêzên Dijteror û leşkerên Iraqê avahiya walîtî, pira duyemîn a bajarê Mûsilê û taxa Sediriyê kontrol kir.

    Fermandarê Operasyona Komtrolkirina Mûsilê Abdulemîr Yarullah di daxuyaniya xwe de got: "Hêzên me komalgeha fermanberên hikmî, avahiya walîtî û avahiya Civata Walîtiyê ya Mûsilê kontrol kirin."

    Abdulemîr Yarullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên iraqî taxa Sediriye û pira duyemîn a navenda bajêr jî ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistin û kontrol kirin."

    Herwiha Di 17ê Cotmeha 2016an de Operasyona Rizgarkirina Mûsilê destpê kiribû û di qonaxa yekemîn de artêşa Iraqê 40 taxên rojhilatê bajêr kontrol kiribûn.

    Wekî din qonaxa duyemîn a operasyona rizgarkirinê jî di 29ê Berfenbarê de destpê kir û heta niha zêdetirî 20 taxên bajêr ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatine derxistin û 3 pirên sereke yên nav bajêr jî ketine bin kontrola artêşa Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê: Alîkarê Bexdadî di bombebaranê de hat kuştin
    Artêşa Iraqê gihîşte Çemê Dicleyê
    Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi operasyonê kir
    Helîkoptera leşkerî ya artêşa Iraqê ket
    Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, DAIŞ, Fermandarê Operasyona Kontrolkirina Mûsilê, Abdulemîr Yarullah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de