05:50 21 Tebax 2017
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    2 kurdên Îranê li Mêrdînê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin desteserkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5720

    Hêzên ewlehî yên Tirk li bajarê Mêrdînê 2 kurdên Îranê yên ji bajarê Kirmaşanê desteser kirin û heta niha di derbarê wan de tu agahî nehatine girtin.

    Li gorî malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) du aktivîstên kurdên Îranê yên bi navê Cîhad Jiyar Cîhanîferd û Hesen Bilide, ku ji bajarê Kirmaşanê ne, li bajarê Mêrdînê ji aliyê hêzên ewlehî yên dewleta Tirk ve hatin desteserkirin.

    Hat ragihandin ku Cîhad Jiyar nivîskar, wergêr û xebatkarê çandî ye û di heman demê de berpirsê malpera bi navê Jiyar-kurd e û berhevkar û nivîskarê pirtûka bi navê ‘Efsaneyên Welatê Medya' ye. Hat diyar kirin ku Cîhad Jiyar ji bo lêkolînê hatibû bajarê Mêrdînê.

    Hat gotin ku Hesen Bilide jî aktivîstekî sivîl û çandê ye û ji bo ku li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê lisansa bilind bixwîne hatibû Mêrdînê.

    Hat hîn bûn ku ew her du kurdên Îranê di 3'yê Rêbendana 2017'an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirk ve hatin desteserkirin û ew birin Navenda Ewlehî ya Mêrdînê û heta niha jî tu agahî ji wan nehatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Îranê 5 kolberên Kurd birîndar kirin
    Îranê kurdekî din bi darve kir
    Teyrebazên Zagrosê: Me êrîşê leşkerên Îranê kir
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Li Îranê jineke kurd xwe kuşt
    Etîketan:
    kurd, desteserkirin, Hêzên Dewleta Tirkiyeyê, Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), Hesen Bilide, Cîhad Jiyar Cîhanîferd, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de