15:28 25 Gulan 2018
Polês, serdegirtin, binçavkirin

Li Enqereyê şer: 2 kuştî

© AP Photo / / Irfan Cemiloglu
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Enqereye ji 3 kesên ku xizmên hev bûn 2 jê di encama şerê çekdarî de hatin kuştin.

Li Enqereye ji 3 kesên ku xizmên hev bûn û di heman malê de diman ji ber sedemeke ne diyar şer derket, 3 kesan 2 je di encama şerê çekdarî de hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest, 3 kesên ku li apartmaneke Taxa Kalaba ya navçeya Keçiorena Enqereyê diman û xizmên hev bûn di navbera wan de ji ber sedemeke ne diyar gengeşî derket û şer kirin.

Hat îdîakirin ku di encama şer de O.D. bi çekê gule berda Omer Keskin û kesê bi navê Ahmet û herdu kes jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Piştî gule berdanê O.D. ji cihê bûyerê reviya.

Piştî bûyerê di navbera polêsên ku sewkî herêmê hatin kirin û xizmên kuştî de gengeşî derket. Grûba qelebalix piştî ku cenazeyên kesên kuştî xistin wesayîtê û ji bo otopsiyê sewkî Saziya Tiba Edlî kirin bela bûn.

Hat ragihandin ku polês ji bo ku şikberê bûyerê O.D. zevt bike xebat da destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Ebadî: Heta leşkerên Tirkiyeyê ji Iraqê venekişin, têkiliyên Bexda-Enqereyê baş nabin
Walîtiya Enqereyê bo mehekê qedexeya çalakiyan ragihand
Kiliçdaroglu: "Çima begên Enqereyê zarokên xwe naşînin leşkeriyê?"
Li Enqereyê li dijî polîsan êrîşa çekdarî hat pêk anîn
Li Enqereyê di qutîka çopê de teqîn çêbû
Etîketan:
2 kes hatin kuştin, Li Enqereyê şer, O.D, Omer Keskin, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de