14:50 25 Sibat 2018
Zindî
    Ala Tirkiye û Rûsyayê

    "Di dîrokê de Rûsya û Tirkiye 4 caran bûne hevalbend"

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Kommersant a rûsî di nûçeya xwe de ragihand ku di dîrokê de Rûsya û Tirkiye 12 caran şer kirine û 4 caran jî bûne hevalbend.

    Li gorî rojnameyê, di 1798an de dema artêşa Fransayê bi 400 keştî û 54 hezar leşker kete Misrê ku wê demê di kontrola Osmanliyê de bû ji bo alîkariyê tirkan bangî Rûsyayê kir. Çarê 1emîn Pavel bi fermandariya Amîral Fedor Uşakov 16 keştî û 9 hezar leşker şande hewara wan.

    Hevalbendiya duyemîn di navbera tirk û rûsan de di sala 1832an de çêbû. Li Misrê Mehmet Ali Paşa li hemberî Osmanliyê rabû îsyanê. Padîşahê Osmanî ji Rûsyayê alîkarî xwest û Rûsyayê 3 keştÎ û 14 hezar leşkerê xwe şande Stenbolê, îsyankar gengaz man ku axa osmanî biterikînin.

    Li Kommersantê, Yekîtiya Sovyetê di salên 1918-1923an de alîkariyeke leşkerî ya mezin da Mustafa Kemal Ataturk.

    Her dawî di serdema Şerê Cihanê yê 2yemîn de (23ê Sibata 1945an) Tirkiye li dijî Almanya û Japonyayê şer îlan kir û ev tê wateya ku Tirkiye bi Yekîtiya Sovyetê re hevalbend e.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    De Mistura: Em di mijara Sûriyeyê de piştgiriyê didin hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê
    Rûsya: NY piştgiriyê dide hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo aştiya Sûriyê
    NY amade ye beşdarî pêkanîna peymana Rûsya, Tirkiye û Îranê bibe
    AA: "Tirkiye û Rûsya li ser plana agirbest a Sûriyeyê lihev kir"
    Etîketan:
    Hevkariya rûs û tirkan, Rojnameya Kommersant a rûsî, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de