07:00 14 Kanûn 2017
Zindî
    Şam'daki Mezzeh Askeri Havalimanı'na saldırı

    SANA: Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Leşkerî ya Şamê kir

    © Twitter/ Hadi Albhara
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li paytexta Sûriyê li nêzî balafirgeha Mezzeh a Leşkerî dengê teqînan hat. Li ser medya civakî gelek bikarhêneran îdia kir ku sedema teqînan êrîşa balafirên Îsraîlê ye. Televizyona fermî ya Sûriyê SANAyê jî herî dawî nûçe sererast kir û ragihand, êrîş ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kirin, lê zêde agahî neda.

    Televizyona fermî ya Sûriyê SANAyê nûçeya li ser bombardimana Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeh a Şamê piştrast kir û herî dawî ragihand ku êrîş ji aliyê hêza hewayî ya artêşa Îsraîlê ve hatiye kirin. SANAyê herwiha li ser êrîşê ti şîroveyek nekir.

    Peyamnêrên dezgehên medyayî yên herêmê ragihandin ku di êrîşan de ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

    Serokê Berê yê Hevalbendiya Hêzên Şoreşgerên Netewî yên Opozîsyona Sûriyê Hadî el Bahra li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsand, 'Çend xulek berê bi moşekan êrîş li ser balafirgeha leşkerî Mezzeh a Şamê pêk hat.'

    Li ser medya civakî gelek bikarhêneran îdia kir ku êrîşa balafirgehê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kirin.

    SANAyê di nûçeya xwe ya berê de gotibû, dibe ku bi moşekan muxalîfan êrîşî balafirgehê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Senatorê Rûsî: Peymana Rûs-Tirk a ewlehiya firînê li Sûriyê pir girîng e
    Amerîka: Divê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li her kesî bê guhdarkirin
    Wezîrê Tirkiyê: Dê ji bo muzakereyên Kibrisê wezîr bicivin
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Piştî CHPê HDPê jî hilbijartina pêşwext xwest
    Etîketan:
    Êrîşa Balafirên Îsraîlê ya ser Balafirgeha Mezzeh a Şamê, Êrîşa moşekan, Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeh, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de