05:02 20 Sibat 2018
Zindî
    Mark Toner

    Amerîka: Divê ji bo çareseriya krîza Sûriyê li her kesî bê guhdarkirin

    © Foto: CSPAN (Screenshot)
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner got ku divê di prosesa çareseriya krîza Sûriyê de, Kurd, Ereb û Tirkmen jî di nav de li gotinên her kesî bê guhdarî kirin.

    Toner daxuyaniyên xwe yên civîna roja sêşemê yên li ser beşdarbûna hevdîtinan a YPGê bi bîr xist û got, ‘Heyameke dirêje em dibêjin, ji bo çareseriya krîza Sûriyê pêwîstî bi lêgerîna çareseriyeke siyasî heye. Divê ev proseseke ji aliyê Sûriyeyîyan ve were birêvebirin be û nûnertiya piraniya gelê Sûriyê bike. Anku divê proseseke avakar a aştî û yekîtiyê be.'

    'DIVÊ KURD, EREB, TIRKMEN Û HEMÛ SÛRIYEYÎ BEŞDAR BIN'

    Toner bal kişand ser biryara 2254an a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku tê de tê xwestin gelê Sûriyê biryara xwe bi xwe bide û wiha pê de çû: "Em dihizirin ku Kurdên Sûriyê, Erebên Sûriyê û Tirkmenên Sûriyê jî di nav de, di vê prosesê de guhdariya hemû Sûriyeyîyan bê kirin. Şîroveya min di maneya ne li ser maseyê wê kîjan alî hebin yan jî ne li ser pêwîstiya ji cihê mayî berdewamkirina hevdîtinên Cenevê bû."

    TONER: DIVÊ KURDÊN SÛRIYÊ JÎ LI SER MASÊ BIN

    Toner di civîna roja 10ê Rêbendanê de gotibû, ‘Dê çi kes û çi kom beşdarî hevdîtinan bibin, divê biryara wê gelê Sûriyê bide. Heger em behsa pozîsyona me bikin, ji ber ku dê ev proses wekî hemû Sûreyîyan Kurdan jî vehewîne nav xwe, divê Kurdên Sûriyê jî li ser masê hebin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirkiyê: Dê ji bo muzakereyên Kibrisê wezîr bicivin
    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Piştî CHPê HDPê jî hilbijartina pêşwext xwest
    Li Iraqê 8 welat ji bo têkoşîna DAIŞê dicivin
    TSK: 2 sengerên çekan ên PKKê hatin rûxandin
    Etîketan:
    Hevdîtinên Çareseriyê, Tirkmen, Ereb, Kurd, Sûriye, Mark Toner, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sûriye, Rojhilata Navîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de