03:16 24 Sibat 2018
Zindî
    Hevdîtinên Kibrisê li Cenevê

    Wezîrê Tirkiyê: Dê ji bo muzakereyên Kibrisê wezîr bicivin

    © REUTERS/ Salvatore Di Nolfi/Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li ser gotûbêjên çareseriya kêşeya Kibrisê got, 'Di muzakereyên Kibrisê de ji bo gotûbêjkirina mijarên teknîkî dê li 18ê Rêbendanê pispor bicivin, piştî wê jî li tarîxeke pêşdetir wezîr werin ba hev.'

    Çavuşoglu li civîna rojnamevanî ya Cenevê diyar kir ku wan di danûstandinên du alî de nêrîna Tirkiyê bi awayekî zelal parve kiriye û got, 'Wek garantoran me bi Sekreterê Giştî yê NYê re civîna cuda saz kir. Dê çareseriya kêşeya Kibrisê ji bo her kesî sûdewar be.'

    Wezîrê Tirk herwiha daxuyakirin ku dê civînên dahatuyê bi beşdariya cîgirên wezîran pêk werin û wiha axivî: "Mijarên hesas yên mîna seroktiya veguhêz hene. Heke her kes di mijara çareseriyê de dilsoz be, dê encam baş bibe. Me biryar da ku pêdivî bi xebatên teknîkî heye, dê cîgirên me 18ê mehê werin ba hev. Divê ev pêvajo bi tarîxekê ve were girêdan. Nabe ku proses heta hetayê bidome."

     

    Bi heman mijarî:

    Trump: CNN tam li ber têkçûnê ye
    Li Iraqê 8 welat ji bo têkoşîna DAIŞê dicivin
    TSK: 2 sengerên çekan ên PKKê hatin rûxandin
    Li Şamê êrîşa xwekujî: 10 kesan can da
    5 leşkerên tirk bi tohmeta TAKê hatin girtin
    Etîketan:
    Gotûbêjên Kibrisê, Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê, Yûnanîstan, Tirkiye, Kibris
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de