23:05 18 Çile 2017
Zindî
    Teqîna Kayseriyê

    4 leşker bi îdiaya ku agahî dane TAK'ê hatin desteserkirin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna ji bo êrîşa li Kayseriyê de 4 leşker bi îdiaya ku agahî dane TAK'ê hatin desteserkirin.

    Kayserî Teqîn / Êrîşa ser otobusa leşkeran 17 Berfanbar 2017
    © REUTERS/ Turan Bulut/ Ihlas News Agency
    Hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîn a ji bo êrîşa Kayseriyê de hatin desteserkirin zêde dibe û gihîşt 23'yan. Hat diyarkirin ku di nava van kesên desteserkirî de 4 leşkerên Lîwaya Komando ya 1'emîn jî hene.

    Li gorî îdiayan ew 4 leşkerên Lîwaya Komando ya 1'emîn ji ber ku bi dizîka agahî dane endamên TAK'ê hatine desteserkirin.

    Berê jî ji 29 kesên ku piştî êrîşê hatibûn desteserkirin, 6 kes serbest hatibûn berdan.

    Bi heman mijarî:

    Êrişa Kayseriyê TAKê girt serxwe
    Xetereya jiyanî ya 7 kesên teqîna Kayseriyê, berdewam dike
    Dîmenên êrişa Kayseriyê derketin holê
    Navên kuştî û birîndarên Kayseriyê diyar bûn
    Etîketan:
    hatin desteserkirin, Lîwaya Komando ya 1'emîn, TAK, Kayseri
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de