13:57 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Figen Yüksekdağ

    Ji bo Fîgen Yuksekdag cezaya muebetê hat xwestin

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2801

    Ji bo Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi îdiaya ‘propagandakirina rêxistinê' cezaya muebetê ya girankirî hat xwestin.

    Hat ragihandin ku dozgeriyê di îdianemeyê de ji bo Hevseroka HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag bi îdiayên ‘perçekirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt' û ‘propagandakirina rêxistinê' cezaya muebetê ya girankirî hat xwestin.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di îdianameya ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat amadekirin de hat gotin, "Rewşa ku di bin navê ‘Xweseriya Demokratîk — Rêveberiya Xweser' de hatiye sazkirin li dijî pergala destûra bingehîn a welatê me ye û eşkere ye ku wê di her qadê de yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt xera bike."

    Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di 4'ê Mijdara 2016'an de li Enqereyê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş û Yuksekdag peyama sersalê şandin
    Şandeyek navneteweyî wê serdana Demîrtaş û Yuksekdag bike
    Destûr nehat dayîn ku HDPyî serdana Yuksekdag bikin
    Yuksekdag li hemberî dadgehê xwe parast
    Ji bo Demirtaş û Yuksekdag serî li Dadgeha Bilind dan
    Ji bo Demirtaş û Yuksekdag wê serî li Dadgeha Bilind bê dayin
    Hevserokên HDPê Demirtaş û Yuksekdag hatin girtin
    Etîketan:
    hat xwestin, cezaya muebetê, 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê, Hevseroka HDP'ê, Fîgen Yuksekdag, Enqere, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de