18:03 19 Çile 2017
Zindî
    Wêneyê êrîşkarê Reînayê

    Êrişkarê Reînayê li Stenbolê di hicreyê de xwe vedişêre

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat îdîakirin, êrişkarê Reînayê ku şeva sersalê 39 kes kuştibûn û 65 kes jî birîndar kiribûn ji bo ku neyê girtin dernakeve kolanê û li Stenbolê xwe di hicreyê de vedişêre.

    Hat îdîakirin, êrişkarê Reînayê ku şeva sersalê 39 kes kuştibûn û 65 kes jî birîndar kiribûn ji bo ku neyê girtin dernakeve kolanê û li Stenbolê xwe di hicreyê de vedişêre.

    Li gorî nûçeya rojnameya Starê, di lêpirsîna derheqê êrişa Reînayê de ku navê êrişkar wekî Abdulgadir Masharipov tê îdîakirin de hinek agahiyên nû hatin bidestxistin. Li gorî nûçeyê êrişkar ji bo ku nekeve şopa kamerayan a teknîkî, pergala rû nasînêdernake kolanan, telefon û înternetê bikar nayîne û li hicreyeke Stenbolê xwe vedişêre.

    Êrişkar Abdulgadir Masharipov şeva sersalê bi çeka lûledirêj êrişî klûba Reînayê kiribû û di hûndirû de 39 kes kuştibûn û 65 kes jî birîndar kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Êrişkarê Reînayê dîsa ji polêsan rizgar bû'
    Kesek bi tohmeta êrîşa Reînayê hat girtin
    Êrişkarê Reînayê ji polêsan re gotiye ‘di metbexê de rehine hene' û reviyaye
    Dîmenên destpêka êrîşa Reînayê derket holê
    Êrişkarê Reînayê li Başakşehirê daîre kirê kiriye
    Etîketan:
    Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, Abdulgadir Masharipov, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de