15:58 17 Çile 2017
Zindî
    Şengal

    Parlamentarê Iraqî: Bexda ji bo derketina PKKê ji Şingalê ne cidî ye

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Parlamentarê Iraqê Dr. Macid Şingalî li ser nîqaşên ji bo derketina PKKê ji Şingalê got, “Hikûmeta Iraqê di mijara derxistina PKKê ya ji Şingalê de ne cidî ye, helbet heger dixwazin PKK ji Şingalê derkeve, çima alîkariya wê dikin?”

    Li gor kdp.infoyê parlamentarê Iraqî Şingalî daxuyaniyên PKKê yên li ser wergirtina alîkariya Bexdayê bi bîr dixe û dibêje: "Berdevkê Hikûmeta Iraqê ji me re gotiye ku ew amade ne hêzeke hevbeş ji artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li Şingalê bicîh bikin û PKK jî ji Şingalê derkeve, lê PKK bi xwe dibêje Bexda alîkariya me dike."

    Li gor daxuyaniyên Şingalî, 'hebûna PKKê li Şingalê li dijî destûra Iraqê ye û nabe ji bilî hêzên Iraqê ti hêzeke din li navçeyê hebe.'

    Dr. Macid Şingalî di berdewamê de destnîşan dike ku hebûna PKKê li herêmê hem zirarê dide Herêma Kurdistanê hem jî rê li ber jinûve avakirina Şingalê û vegera xelkê digire.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump ne ajanê me ye, serokê Amerîkayê ye’
    'Dê hêzên li kampa Başîkayê hatine perwerdekirin li Mûsilê werin bicîkirin'
    Tirkiye: Di muzakereyên Kibrisê de em gihîştin qonaxa dawî
    Senatorê Rûsî: Em ê piştî sondxwarinê ji Trump fêm bikin
    Kremlînê yekem bersiva gotinên Trump da
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Bexda, Parlamentarê Iraqê Dr. Macid Şingalî, PKK, Şingal, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de