03:08 23 Îlon 2017
Zindî
    kampa başîkayê

    'Dê hêzên li kampa Başîkayê hatine perwerdekirin li Mûsilê werin bicîkirin'

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4010

    Fermandarê Hêza Êrîşan a Amerîkayê li Iraqê Mîralay Bret Sylvia, li ser hebûna hêza artêşa Tirkiyê li kampa Başîkayê got, ‘Hêzên sunî yên ku li Kampa Başîkayê hatine perwerdekirin, dê digel Tumena 16an a Iraqê bikevin Mûsilê û piştî derketina tumena Iraqê jî ew dê wek hêzeke parastina bajêr li Mûsilê bimînin.’

    Fermandarê Amerîkî bi rêya Skype ragihand, hêzeke sunî ya nêzî 3 leşkeran li Felûce, Ramadî, Şarqet û Kiyarayê niha di şerê Mûsilê de, piştevaniya artêşa Iraqê dike û got, bi ser kampa Başîkayê pêwendiya wan bi hêzên ji bo dijî DAIŞê şer bikin hatine perwerdekirin re heye.

    'WAN ÎSBAT KIR KU DIKARIN HERÊMA XWE BIPARÊZIN'

    Sylvia li ser pirsa peyamnêrê Ajansa Anadolê jêhatîbûna wê hêza hatiye perwerdekirin wiha nirxand: "Wan îsbat kir ku piştî artêşa Iraqê vekişe dikarin wê herêmê di destê xwe de bigirin. Helbet ez van agahiyê ji destê duyem ji fermandarên tumena 16an a Iraqê distînim. Wekî tê zanîn bi temamî girêdayî wan in."

    Fermandarê Amerîkî herwiha daxuyakirin ku beşek ji wê hêzê li herêmên ku DAIŞ jê hatiye derxistin hatine bicîkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Di muzakereyên Kibrisê de em gihîştin qonaxa dawî
    Senatorê Rûsî: Em ê piştî sondxwarinê ji Trump fêm bikin
    Kremlînê yekem bersiva gotinên Trump da
    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin
    Ji Trump şîroveya CNN û Buzzfeedê: ‘Ez rêzê li gotinên Pûtîn digirim'
    Etîketan:
    Şerê Mûsilê, Artêşa Tirkiye, Iraq, Kampa Başîkayê, Irak, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de