01:29 31 Adar 2017
Zindî
    Yekîtiya Ewropayê (YE) - Tirkiye

    Rayedarê YEyê: Bi Tirkiyê re diyalogeke dewlemend berdewam dike

    © Foto: Pixabay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Rayedarekî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Enqerê ji komek ji rojnamevan re ragihand ku beravajî daxuyaniyên tund ên navbera her du aliyan, danûstandinên dewlemend li ser gelek babetan bi Tirkiyê re berdewam dikin.

    Rayedarê YEyê ku nexwest navê xwe bide, li ser bangewaziya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku di Konferansa 9emîn a Balyozan de li YEyê kiribû nirxandin kir.

    ÇAVUŞOGLU LI SER 3 BABETAN BANG LI YE KIRIBÛ

    Çavuşoglu gotibû, ‘Divê Ewropa di têkoşîna dijî rêxistinên terorê PKK, FETO û yên din de bi dilsozî tevbigere. Li gor girêbesta hatiye kirin, muafîyeta vîzeyê pêk bîne. Pêwîst e astengên çêkirî yên li ber endamtiya me ya YEyê bên rakirin.'

    'HEVDÎTINÊN BI TIRKIYÊ RE BERDEWAM DIKIN'

    Rayedarê YEyê di nirxandina xwe de bal kişand ser babetên wezîrê Tirkiyê bangewazî kiriye û bi taybet li ser têkoşîna terorê wiha axivî:
    "Haya me jê heye ku Tirkiyê têkoşîneke xurt li dijî terorê dide. Lê belê li ser vê mijarê hin yasayên Konseya Ewropayê û YEyê hene. Em li ser van hemûyan gotûbêjan bi Tirkiyê re didomînin. Dê kengî serbestîya vîzeyê pêk were; vê nizanim, hevdîtin didomin. Lê ya girîng ew e ku ev hevdîtin hîn berdewam dikin. Ti rewşeke ku hevdîtin rawestiyan e tune ye."

    'DI NAVBERA TIRKIYE Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ DE DÎYALOGEKE DEWLEMEND HEYE'

    Rayedarê Ewropî got ku di gelek mijaran de danûstandinên nêzîk bi Tirkiyê re berdewam dikin û rayedarên tirk jî serdana Brukselê dikin û wiha pê de çû: "Wezîrên Tirkiyê her tim serdana Brukselê dikin, rayedarên YEyê jî tên vê derê. Di gelek çalakiyan de tên ba hev. Di navbera Tirkiye YEyê de dîyalogeke dewlemend û danûstandin heye. Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk, ragihand ku dê li mehên destpêka îsal lutkeyek bi Tirkiyê re were lidarxistin. Yanî di navbera me de dîyalogeke siyasî ya asta bilind heye. Enerjî, gihandin û gelek pêvajoyên din ên dîyalogê hene. "

    'XEBATÊN JI BO ÇARESERIYA KÊŞEYA SÛRIYÊ GIRÎNG IN'

    Rayedarê YEyê li ser hewildanên Rûsya û Tirkiyê yên ji bo çareseriya krîza Sûriyê jî rola her du welatan bi girîngî nirxand û got, ‘Li vir rola Tirkiyê gelekî girîng e. Xebatên ku Tirkiye bi Rûsyayê re dimeşîne, konferansa ku li Astanayê pêk were, ev hemû alîkariyên girîng in ji bo xwegihandina çavkaniya kêşeya Sûriyê û çareseriya wê."

     

    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de