10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Heleb

    Li rojhilatê Helebê, madeyên kimyewî hatin dîtin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li rojhilatê Helebê li herêmên di bin kontrola terorîstan de, madeyên kimyewî hatin dîtin.

    Rojhilarê Helebê di meha berfanbarê de piştî 4 salan ji terorîstan hate rizgarkirin û kete bin kontrola hikumetê. Li gorî agahiyên li ser ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, hate bidestxistin, piştî bidestxistina rojhilatê Helebê ya ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, li herêmekê di depoyekê de hin madeyên kimyewî yên wekî sulfur û klor hatin dîtin.

    Li gorî agahiyên ajansê ‘ev made ji aliyê terorîstan ve, bo çêkirina teqemenyan dihatin bikaranîn.'

    Beriya niha bi demekê hin pisporên ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyandibûn û gotibûn ku li başûrê rojhilatê Helebê li hember sivîlan, klor û fosfor hatine bikar anîn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê 8.5 ton alîkariya mirovî şandin Helebê
    Wezîrê Sûriyê: Piştî Helebê cihê germ Idlib e
    'Terorîst bi balafira Tirkiyeyê ji Helebê hatine Yemenê'
    Fermandarekî ASAyê: 5 hezar milîtanên ASAyê yên ji Helebê derketine, dê li Babê şer bikin
    'Fetîh el Şamê çend taxên Helebê bombardiman kir'
    Etîketan:
    teqemenî, daiş, şer, madeyên kimyewî, heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de