20:35 16 Tebax 2017
Zindî
    Veysi Kaynak

    Kaynak: ‘Hevalbendê me hêj çekan dide PYDê'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3710

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynak ragihand ku hêj hevalbendê me çekan dide PYDê û beyî ku nav bide, Amerîkayê rexne kir.

    Cîgirê Serokwezîr Kayanak li Programa Xwarikan a Cihanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û got: ‘Hevalbendê me hêj jî çekan dide PYDê, kare rêxistinek wiha çi li ser maseya aştiyê heye?'

    Di çapameniyê de hin îdia derbas bûn ku Amerîka piştgiriya çekan dide Partiya Yekîneya Demokratîk (PYD). Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê Mark Toner wan îdiayan nirxandibû û diyar kiribû ku derbarê alîkirina PYD/YPGê de ez dikarim vê yeke bibêjim; Em hin alîkarî didin, lê ev wek alîkariya taktiksel, bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û ev jî bo têkbirina DAIŞê ye.

    Ji aliye din ve Tirkiye bi tûndî li hemberî beşdarbûna PYDê ya bo hevdîtinên Sûriyeyê ku tê plankirin li Astanayê paytexta Kazakîstanê di 23ê Rêbendanê de pêk bê, derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Saziyên civakî yên Herêma Kurdistanê: PKK Û PYD hêzên Kurdistanê ne
    PYD: Ji me nehat xwestin ku em beşdarî agirbestê bibin
    MHPê ji bo belavoka Moskowê daxuyanî da: YPG û PYD ji bo çi tune ne?
    PYD: Em, PDK, YNK, Goran û partiyên din ên kurdan yek in!
    Yildirim: PYD dê ji Minbicê derkeve
    Etîketan:
    DAIŞ, aştî, mase, PYD, çek, hevalbend, Neteweyên Yekbûyî (NY), Mark Toner, Veysi Kaynak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de