01:25 20 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Rûsyayê

    Rûsya: Me ti gazin negirtine ku pîlotên me "bi awayekî metirsîdar" nêzîkî jetên DYAyê bûne

    Rusya Savunma Bakanlığı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku ti gazineke fermî ji wan nehatiye kirin ku pîlotên rûs li qada hewayî ya Sûriyeyê "bi awayekî metirsîdar" nêzîkî balafirên DYAyê bûne.

    Konaşenekov diyar kir ku "pîlotên rûs herdem bi bîr tînin ku pîlotên DYAyê û yên hevpeymanê li wê derê(qada hewayî ya Sûriyeyê) veşartî û bitenê ne" û teqez kir ku pîlotên rûs hemû rêbazan tînin cih û bi awayekî profesyonel tevdigerin.

    Ji aliyê din ve, ev daxuyaniya Konaşenkov piştî nûçeya Wall Street Jounalê hat ku rayedarên DYAyê tê de îdia kiribû ku pîlotên rûs li qada hewayî ya Sûriyeyê bersivê nadin bangên wan, lewra ew ditirsin ku li wan biqelibin.

    "DYAYÊ EV MESELE QET NEANÎ ZIMÊN"

    Herwiha Konaşenkov derbarê daxuyaniyên rayedarê Hêzên Hewayî yên DYAyê Charles Corcoran wiha got: "DYAyê di vîdeo konferansê de, ev mesele(firîna ji nêzîk ve) qet neanî zimên.

    Lewra zehmet e ku mirov fêm bike bê daxuyaniyên Corcoran, fikirên wî yên rast in an jî yên generalî ne yan jî beşek ji lîstika rûsfobiyê ye ya ku birêveberiya DYAyê berî biçe dilîze."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê fîlê dêw qediya
    Îstixbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsyayê bandor li encamên hilbijartinê kiriye tune ne
    Senatorên Amerîkî pêşniyar qanûneke dijî Rûsyayê pêşkeş kir
    Agirbesta Sûriyê: Rûsyayê 14, Tirkiyê 17 binpêkirin tesbît kir
    Rûsyayê ji bo berfirehkirina Lîsteya Magnitskiyê bersiv da Amerîkayê
    Navê Karlov li kuçeya Balyozxaneya Rûsyayê kirin
    Artêşa Rûsyayê, dest bi bikaranîna pergalên ewlekariya elektromanyetîk Redan 125ê dike
    Meteor li Rûsyayê ket
    Etîketan:
    balafir, Charles Corcoran, Igor Konaşenkov, Sûriye, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de