02:10 18 Tebax 2017
Zindî
    Kampa Başîqayê

    Işik: "Em nahêlin pirsgirêk di navbera Iraq û Tirkiyeyê de derkevin"

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2011

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku em ê destûrê nedin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de pirsgirêk derkevin. Piştî DAIŞê em ê vê mijarê çareser bikin.

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku em ê destûrê nedin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de pirsgirêk derkevin. Lewma hebûna leşkerên tirk li kampa Başîqa ya Mûsilê ne kêfî ji zarûretê ye. Piştî paqijiya DAIŞê em ê rûnên masê û vê mijarê bi dostanî çareser bikin.

    PIŞTÎ DAIŞÊ EM E VÊ MIJARÊ ÇARESER BIKIN

    Fikri Işik di civîna çapemenî de bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Tirkiye rêzê li mafê desthilatî, yekgirtî û yekparebûna Iraqê digire. Em ê destûrê nedin di navbera Bexda û Enqereyê de pirsgirêk derkevin. Lewma hebûna leşkerên tirk li Başîqayê ne kêfî zarûret e. Paqijiya rêxistina terorîst a DAIŞê û ewlehiya herêma Mûsilê ji bo Tirkiyeyê jî pir girîng e. Leşkerên tirk ji bo ku DAIŞ ji herêmê were paqijkirin xizmeteke mezin didin û heta niha zêdetirî 700 terorîst bêbandor kirin. Piştî paqijiya rêxistina terorîst a DAIŞê em ê rûnên û vê mijarê bi dostanî çareser bikin."

    Bi heman mijarî:

    Fikri Işik: "Vekişandina me ji Sûriyeyê ne diyar e"
    Işik: "Încîrlîk ne baregeha NATOyê ye"
    Wezîr Işik: "Mijara piştgirînedana koalîsyonê, Încîrlîkê dide pirsîn"
    Işik: "Balafira ku leşkerên tirk kuştin aîdî Şamê ye"
    Işik: "Em hewl didin ku bi Rûsya û Amerîkayê re bi kordîne tevbigerin"
    Etîketan:
    Leşkerên Artêşa Tirkiye li Kampa Başîqayê, Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fikri Işik, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de