22:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Îdam, Îran

    Îran dê 3 girtiyên kurd bi darve bike

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1711

    Li Îranê li girtîgeha bajarê Ûrmiyê yek jê jin bi tevahî 3 girtiyên kurd ji bo werin bidarvekirin sewqê hucreyên takekesane hatin kirin.

    Darvekirin - Îdam
    © Flickr/ Jaime Pérez
    Li gorî agahiyên malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li Îranê yek jê jin bi tevahî 3 girtiyên kurd ên li girtîgeha bajarê Ûrmiyê îro ji bo bicihanîna cezaya wan a darvekirinê sewqê hucreyên takekesî hatin kirin.

    KMMK'ê diyar kir ji wan girtiyên kurd Nasir Soltanî ji bajarê Miyandawayê û Mihemed Resûl Heştiyanî jî ji bajarê Ûrmiyê ye. Komeleyê derbirî ku navê jina kurd a girtî nehatiye zanîn.

    Hat diyarkirin ku ew her 3 girtiyên kurd ên ku bi sûcdariya kuştinê girtîne, ji bo bicihanîna cezaya wan a darvekirinê sewqê hucreyên takekesî hatine kirin. KMMK'ê derbirî ku cezaya wan girtiyên kurd piştî betlaneya 3 rojan a fermî wê were bicihanîn.

    Komeleyê dest nîşan kir ku di nava sala borî de herî kêm 120 kurd ji aliyê rêveberiya Îranê ve hatine bidarvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê girtiyekî kurd ê din bidarve kir
    Îranê kurdekî din bi darve kir
    Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir
    Li Îranê jineke kurd xwe kuşt
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Etîketan:
    girtiyên kurd, bidarvekirin, Girtîgeha Ûrmiyê, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), Mihemed Resûl Heştiyanî, Nasir Soltanî, Miyandawa, Ûrmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de