02:26 17 Tebax 2017
Zindî
    Türk askerlerinin de eğitim verdiği Irak'ın Musul kentine bağlı Başika'daki Zelikan Kampı

    'Leşkerên tirk heta 3 mehan wê ji Başîkayê vekşin'

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Balyozê Iraqê yê li Enqereyê Hîşam Elî Ekber Brahîm el Elewî, diyar kir ku di nava programa Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û lijneya pê re de serdana kampa Başîkayê tune bû. Ji ber vê yekê hate xwestin ku Tirkiye derbarê vê yekê de daxuyaniyekê bide.

    Balyoz Elewî, piştî serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ya Bexda û Hewlêrê îro hin daxuyanî da rojnamevanan. Elewî li ser mijara serdana kampa Başîkayê ya ji serê demekê ye di navbera Tirkiye û Iraqê de sedema gengeşiyan e de jî hin daxuyanî da.

    Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag yên ku li gel Bînalî Yildirim çûn Bexdayê, çûn serdana leşkerên tirk yên li kampa Başîkayê jî. Balyoz Elewî amaje kir ku ev serdan di nava programa wan de tune bû lewma jî ji Tirkiyeyê xwest ku ew daxuyaniyekê bide.

    'PIŞTÎ OPERASYONA RIZGARKIRINÊ, DÊ LEŞKERÊN TIRK VEKŞIN'

    Herwiha Elewî diyar kir ku, Iraq û Tirkiye li hev kirine û Tirkiye dê piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê leşkerên xwe vekşîne. Herwiha Balyoz Elewî amaje kir ku operasyona rizgarkirina Mûsliê heta 3 meha dê bi dawî bibe.

    ‘EM Ê NEHÊLIN KU, RÊXISTINÊN TERORÎST WELATÊN CÎRAN ACIZ BIKIN'

    Elewî derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê de jî axivî û got: ‘Em ê nehêlin ku komên terorîst, welatên cîran aciz bikin. Li gel PKKê em ê desturê nedin ti rêxistinan.'


    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê piştî krîza Başîkayê cara pêşî diçe Iraqê
    Iraq: Serokwezîrê tirk got, piştî operasyona Mûsilê, ew ê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin
    Li Başîkayê bi dehan tunelên DAIŞê hatin dîtin
    Pêşmerge Bîlançoya Şerê Başîkayê Eşkere kir
    Etîketan:
    bêplanî, kampa başîkayê, vekişîn, leşkerên tirk, serdan, Hîşam Elî Ekber Brahîm el Elewî, bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de