06:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Helîkopter

    Desteya Parastina Kantona Cizîrê: Firokeyên li Til Elo dan, ji Herêma Kurdistanê rabûn

    © Wikipedia/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11210

    Desteya Parastina Kantona Cizîrê îdia kir ku firokeyên di 3ê Rêbendanê de li bajarokê Til Koçerê dane ji Herêma Kurdistanê rabûne.

    Li gorî nûçeya ANHAyê Desteya Parastina Kantona Cizîrê li ser vê bûyerê dest bi lêkolînê û lêpirsînê kiriye ku di 3ê Rêbendanê de hin firoke li bajarokê Til Koçerê a li ser sînorê Sûriyê û Iraqê li asîmanê Rojava geriyabûn û li Til Eloyê yê bejahiya bajarokê Çilaxa ya Kantona Cizîrê bombebaran kirin.

    Desteya Parastinê derbarê vê mijarê de van îdiayan tîne ziman: "Balafirên ku herêmên derdora gundê Til Elo bombebaran kirin ji Başûrê Kurdistanê hatin, noqteyên nêzî gundê hedef girtin. Piştî bombebaranê balefir dîsa vegeriyan Başûr, lê nehat zanîn ew balafir girêdayî kê ne. Ev destwerdan binpêkirina zagonên navneteweyî ye û nîşaneya dijminatiya bi serkeftinên hêzên demokratîk û fikirê azad re ye."

    Desteya Parastina Kantona Cizîrê ji ber vê rewşê herwiha PDKê jî tohmetbar dike.

    Ji aliyê din ve, Çavdêrxaneya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan derbarê vê bûyerê de wiha ragihand: "Balafirên nasnameya wan nediyar êrîşî herêma Tilkoçerê kiriye ya ku YPG û Senadîd kontrol dikin û nêzîkî baregeha leşkerî ya balafirên Amerîkayê le ne."

    Etîketan:
    firoke, Desteya Parastina Kantona Cizîrê, ANHA, PDK, Til Elo, Çilaxa, Herêma Kurdistanê, Kantona Cizîrê, Til Koçer, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de