16:48 23 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn li Dadgeha Bayrakli ya Îzmîrê

    TAKê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Îzmîrê ragihand

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Tayrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsyariya xwe li ser êrişa li Îzmîrê ragihand û diyar kir ku 'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar' ev êrîş pêk aniye.

    TAKê di daxuyaniya xwe ya îro de wiha got:"Çalakiya bi lehengî ya li ber Edliyeya Îzmîrê, ku di 5'ê Çileya 2017'an de hat lidarxistin, em weke Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. Çalakî ji aliyê tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar ve hatiye kirin."

    Herwiha hat ragihandin ku du endamên TAKê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

    Li gorî daxuyaniyê, navên endamên TAKê yên jiyana xwe ji dest daye, Mustafa Çoban (Mereş) e ku nasnav wê Zerdeşt Rustem Erdal e û Enes Yildirim (Agirî) e ku nasnavê wî Pîrdogan Ararart e.

    Di 5ê Rêbendana 2017an de teqîn û pevçûn li ber dadgeha Îzmîrê pêk hatibû û di encamê de polîsek hatibû kuştin û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Du êrîşkaran jî jiyana xwe ji dest dabû û hatibû ragihandin ku êrîşkarê sêyem reviyabû.

     

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Nasnameyên êrîşkarên Îzmîrê diyar bûn
    Serokwezîrê Tirkiyê: PKKê êrîşa Îzmîrê plan kiriye
    Dîmenên pevçûna êrîşkarên Îzmîrê û polîs Fethî Sekin derketin holê
    Ji Erdogan peyama Îzmîrê: Em nahêlin teror dubendiyan çêbike
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    2 kes bi gumana êrîşa Îzmîrê hatin binçavkirin
    HDPê êrîşa li Îzmîrê şermezar kir
    Amerîkayê piştî êrîşa li Îzmîrê hişyarî da welatiyên xwe
    Etîketan:
    êrîşa Îzmîrê, TAK, Mustafa Çoban, Enes Yildirim, Îzmîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de