22:28 23 Tebax 2017
Zindî
    ABD Ankara Büyükelçiliği

    Balyozxaneya Amerîkayê bertek da tweeta Yeni Şafakê

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê bertek da parvekirina rojnameya Yeni Şafakê, ku tê de bi nota "Ji Fermandarê berê yê Amerîkayê îdiayên girîng: Dibe navê DAIŞê yê din ‘Serwîsa Îstixbarata Veşartî ya Îsraîlê' be" videoya Russia Today weşandibû da.

    Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê di daxuyaniya xwe de got, "îdiayên ku ji aliyê leşkerê berê yê Amerîkayê û dijberê Cihûyan O'Keefe hatin gotin û di medyaya civakî de belav bûne, bê bingeh in."

    ​Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat gotin, "Çavkaniya vê nûçeyê Russia Today e. Tu eleqedeya mirovê navborî bi ‘pisporiyê' tune ye. Ew bi xwe bi teoriyên komplo yên dijayetiya Cihuyan tê nasîn û êrîşên 11'ê Îlonê jî di nav de, bi gelek îdiayên nerast Îsraîlê wek berpirsê gelek bûyeran dibîne. Di vir de yên ku rayagiştî ya Tirk ber bi şaşiyê ve beralî dikin kî ne?"

    Etîketan:
    tweet, dayîn, bertek, Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê, Russia Todayê (RT), Rojnameya Yeni Şafakê, Kenneth O'Keefe, Tirkiye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de