12:22 19 Tebax 2017
Zindî
    Baregeha Încîrlîkê

    Tirkiye bi peyamên Încîrlîkê dixwaze piştgiriya Amerîka ya ji bo PYDê bibire

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2710

    Generalê teqawutbûyî Armagan Kuloglu, peyamên Tirkiyeyê yên derbarê girtina Încîrlîkê de şîrove kir û ragihand ku Enqere dixwaze bi van peyaman piştgiriya Amerîka ya ji bo PYDê bibire.

    Li gorî generale teqawutbûyî Armagan Kuloglu ev peyamên Enqereyê ji rêvebiriya Amerîkayê ya Barak Obama zêdetir dixwaze peyamê bigihîne Serokê Amerîka yê nû Donald Trump.

    Armagan Kuloglu di berdewamiya axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Li gorî nêrîna min Tirkiye niha Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê nagire. Niha em nikarin bejin ev girtin ê bibe an na, lewra li Amerîkayê rêvebirî diguhere û niha em nizanin wê Donald Trump çi siyasete bimeşîne. Lê li gorî hinek daxuyaniyên wî dibe piştgiriya PYDê bidomîne. Herwiha Tirkiye jî mijara Încîrlîkê tîne rojevê ku wê piştgiriya Amerîka ya PYDê bibire û dîsa balafirên hêzên koalîsyonê alîkariyê bidin Operasyona Mertalê Firatê ya li dijî DAIŞê."

    Kuloglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Niha çi biryareke ku were girtin nehatiye dayîn, lê ev mijareke ku tim di heşê mirov de bimîne û dema pêwist kir wekî wasîteya mueyîdeyan bikar bîne derketiye holê."

    Bi heman mijarî:

    Ji Pentagonê daxuyaniya Încîrlîkê: "Cihekî bê biha ye"
    Wezîr Işik: "Mijara piştgirînedana koalîsyonê, Încîrlîkê dide pirsîn"
    Selvi: "Hinek wezîr dixwazin Amerîkayê ji Baregeha Încîrlîkê derxînin"
    Serokwezîrê Danimarkayê li Încîrlîkê ye
    Dunford û Akar li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn
    Etîketan:
    Hikûmeta Tirkiyeyê, DAIŞ, PYD, Rêvebiriya Amerîka, Peyamên Enqere yên girtina Încîrlîkê, Armagan Kuloglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de