02:15 24 Tebax 2017
Zindî
    Şivan Perwer

    Dadgehê biryar da ku dewleta Tirk 14 hezar lîreyan bide Şivan Perwer

    © Foto: Public Domain
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7621

    Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji bo straneka hunermendê Kurd Şivan Perwer, ku di navbera Şivan Perwer û hunermend Guler Işik de bûbû sedema dozê, biryara xwe da.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji bo doza ku ev 12 sal in di navbera Şivan Perwer û Guler Işik de didome biryara xwe da.

    Dadgehê di warê stranê de tu biryar neda lê di warê îhlalkirina mafê darizandinê de biryar da û ji ber vê yekê dewlet neheq dît. Li gorî biryara dadgehê dewlet wê ji ber îhlalkirina mafê darizandinê 14 hezar lîreyê Tirk tezmînata manewî bide Şivan Perwer.

    Doz di sala 2006'an de bi îdiaya ku Guler Işik bê destûra Şivan Perwer straneka wî ya bi navê ‘Bejna Zirav' bi navê ‘Narim' gxwendiye hatibû vekirin.

    Her çi qas dadgehê di sala 20141an de biryar dabû ku 15 hezar lîreyê Tirk ji bo Şivan Perwer were dayîn jî, di sala 2014'an de parêzerê Guler Işik pirtûka Cewad Merwanî ya bi navê 'Kilam, Stranên Kurdî' wek delîl pêşkeşî dadgehê kiribû û dadgehê jî li ser vê yekê biryara berdewamkirina dozê dabû.

    Etîketan:
    tezmînata manewî, biryar, doz, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Guler Işik, Şivan Perwer, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de