12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Ala Îsraîl û Tirkiyeyê

    Dibe di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hevkariya leşkerî û parastinê were rojevê

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2110

    Piştî krîza Mavi Marmarayê ku têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye û Îsraîlê 6 salan ne baş derbas bûn bi tayînkirina balyozên beramberî hev têkiliyên herdu welatan dikeve asteke nû.

    Berpirsekî Wezareta Derve yê Tirkiyeyê derbarê normalîzebûna Îsraîlê re di daxuyaniya xwe ya rojnamevanan de got: "Di serdema krîza dîplomatîk a navbera herdu welatan de têkiliyên wekî bazirganî, spor, çandî dewam dikirin û di wê serdemê de bazirganiya navbera herdu welatan ji 2.5 milyar dolarî derkete 5 milyar dolaran.

    BERÊ JÎ ME HEVKARIYA LEŞKERÎ KIRIBÛ

    Berpirsê wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tenê ev reqem jî hevkariya xurt ya navbera Tirkiye û Îsraîlê li herêmê nîşan dide. Wekî mînak piştî normalîzebûna têkiliyan divê herdu welat ji bo mijarên ewlehî yên herêmê werin axaftin û nirxandin. Li gorî baweriya min di serdema pêşiya me de teqez wê mijarên parastin û pêwendiyên leşkerî werin rojevê. Berê jî me di van beşan de hevkarî kir."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Wezîrên Enerjî yên Tirkiye û Îsraîlê dest pê kir
    Kî dixwaze tekiliyên Tirkiye û Îsraîlê têk bibe?
    Tirkiye û Îsraîl hetanî 10 rojan balyozên xwe eşkere dikin
    Derket holê ku Tirkiye û Îsraîl demeke dirêje hevdîtinên veşartî dikin
    Etîketan:
    Başbûna têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê, Berpirsê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de