13:09 21 Tebax 2017
Zindî
    دفتر یادبود دیپلمات های خارجی در چین برای درگذشت آیت الله رفسنجانی

    Du partiyên Kurd ên Îranê ji bo Elî Ekber Refsencanî daxuyanî weşandin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Piştî mirina Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Ayetûllah Elî Ekber Haşîm Refsencanî du partiyên Kurd ên Îranê, PDK-Î Û HDK (PDK'a Rojhilat) daxuyanî weşandin.

    Her du partiyên Kurd ên Îranê PDK-Î Û HDK (PDK'a Rojhilat) di derbarê Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Elî Ekber Haşîm Refsencanî de, ku di 8ê Rêbendana 2017'an de jiyana xwe ji dest da, daxuyanî weşandin û diyar kirin ku Ayetûllah Refsencanî him di dîroka siyaseta Îranê de him jî li dijî kesên xwedî fikr û siyaseten cuda xwedî roleke yek ji kesên herî bibandor bû.

    PDK-Îyê di daxuyaniya xwe de Refsencanî wekî ‘sindoqa reş' a Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir û diyar kir ku Refsencanî di serdema desthilatiya xwe de tawan û terora herî mezin li hemberî cîhanê û bi taybetî jî li hemberî netewa kurd pêk anî.

    PDK-Îyê di daxuyaniya xwe de Refsencanî wek berpirs û plankarê kuştina Sekereterê Giştî yê berê yê PDK-Îyê Dr. Ebdurrehman Qasimlo, ku li Viyana ya paytexta Avusturyayê li ser maseya hevdîtinê hatibû kuştin, nirxand. PDK-Îyê di heman demê de Elî Ekber Refsencanî wek berpirsê kuştina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, ku li Berlîn a paytexta Almanyayê hatibûn kuştin diyar kir û got ev yek jî ji aliyê dadgehên Almanyayê ve hatiye qebûlkirin.

    Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) jî di daxuyaniya xwe de Elî Ekber Refsencanî wek berpirsê îdam, kuştin û îşkenceyên li Îranê nirxand û got Refsencanî di warê bidarvekirin û kuştina xortên Îranê de û îşkendîtina wan de xwedî rol bû.

    Her du partiyên Kurdan jî di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ya cihê xemgîniyê ew e ku Refsencanî û yên wekî wî bêyî ku di dadgeheke gel û dadmen de werin darizandin û cezayê tawanên serdema xwe bikişînin, dimirin.

    Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Elî Ekber Haşîm Refsencanî duh di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

    Refsencanî piştî Şoreşa Îranê di navbera salên 1989-97'an de serokomariya Îranê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Ayetûllah Rafsancanî ji Îranê re sersaxî xwest
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji bo Ayetûllah Refsencanî sersaxî xwest
    Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo Îranê sersaxî xwest
    Serokomarê berê yê Îranê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    weşandin, daxuyanî, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), PDK-Î, Elî Ekber Haşîm Refsencanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de