18:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Fikrî Işik

    Fikri Işik: "Vekişandina me ji Sûriyeyê ne diyar e"

    © REUTERS/ Tumay Berkin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku heta niha di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de qadeke 2 hezar kîlometroyî ji DAIŞê hat paqijkirin.

    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Fikri Işik di axaftina xwe de ragihand ku heta niha di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de qadeke 2 hezar kîlometroyî ji rêxistina terorîst a DAIŞê hat paqijkirin û em ê li wir gavên ku jiyanê zindî bikin biavêjin, dibe ji bo vê xebatê em xebatkarên gelemperî jî bibin herêmê û bidin wezîfedarkirin.

    NIHA EM NIKARIN BEJIN EM E ÎRO AN JÎ SIBÊ VEKIŞIN

    Fikri Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya operasyonê de em gihîştin hetanî herêma El Babê û nêzî 2 hezar kîlometrokare ji DAIŞê paqij kir. Piştî vê em nikarin bejin çi halê we hebe bibinin û di nava tunebûn kêmasiyan de bijîn. Em e sîvîlan jî tevlî Operasyona Mertalê Firatê bikin û li wir gavên normalîzebûnê biavînin. Niha em nikarin bejin em îro an jî sibê ji El Babê vekişin. Em ne ji bo dagirkirinê li wir in. Ji bo îstîqrar û aramiya Sûriyeyê Tirkiye pir girîng e. Êdî herkesî dît ku em ewlehiya xwe nikarin di nava sînorên xwe de biparêzin."

    Bi heman mijarî:

    Işik: "Încîrlîk ne baregeha NATOyê ye"
    Wezîr Işik: "Mijara piştgirînedana koalîsyonê, Încîrlîkê dide pirsîn"
    Işik: "Balafira ku leşkerên tirk kuştin aîdî Şamê ye"
    Işik: "Em hewl didin ku bi Rûsya û Amerîkayê re bi kordîne tevbigerin"
    Işik: "Tirkiye dikare alternatîfa YPGê ava bike"
    Etîketan:
    DAIŞ, Operasyona Mertalê Firatê, Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Fikri Işik, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de