11:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Wêneyê êrîşkarê Reînayê

    ‘Êrişkarê Reînayê dîsa ji polêsan rizgar bû'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê di 2ê Rebendanê de li Bakirkoyê polês wesayîta ku 3 kes têde bûn sekinand. Polêsan ji bo ku kesê li qoltuxê paş şibandin êrişkarê Reînayê nasname jê xwestin, lê wan bi guleyan bersiv dan.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê di 2ê Rebendanê de li ser rêya Ekrem Kurt a Bakirkoyê polêsan wesayîta bi modela Toyota Auris ji bo kontrola trafîkê ku 3 kes têde bûn sekinand. Polêsan ji bo ku kesê li qoltuxê paş şibandin êrişkarê Reînayê nasname jê xwestin, lê kesên di wesayîtê de nasnameyên xwe nedan polêsan, bi guleyan bersiva wan da û ji cihê bûyerê reviyan.

    Polês ji ajovanê wesayîtê ehliyet û risqet xwestin û ji bo kesê ku li qoltixê paş rûniştî bû şibandin êrişkarê Reînayê ji wî jî nasname xwestin. Tam di wê keliyê de ajovan wesayît ajot û berê xwe da aliye Topkapiyê. Polês jî kete pey teqîba wesayîtê, lê kesê li qoltixê paş du gule berdane wesayîta polêsan û ji ber lastîkê wesayîta polêsan teqiya dev ji teqîbê berdan.

    Tîmên ewlehî di xebata lêgerîna wesayîta bi guman de wesayît li kolaneke taxa Piyalepaşa ya Beyogluyê dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Kesek bi tohmeta êrîşa Reînayê hat girtin
    Êrişkarê Reînayê ji polêsan re gotiye ‘di metbexê de rehine hene' û reviyaye
    Dîmenên destpêka êrîşa Reînayê derket holê
    Êrişkarê Reînayê li Başakşehirê daîre kirê kiriye
    Li Hollandayê alarma terorîstê Reînayê
    Etîketan:
    Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, Êrişkarê Reînayê dîsa ji destê polêsan reviya, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de