05:15 20 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Yarallah: "Li Mûsilê 193 milîtanên DAIŞî hatin kuştin"

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat ragihandin ku di Operasyona Rizgarkirina Mûsilê de 193 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Hat ragihandin ku di Operasyona Rizgarkirina Mûsilê de 193 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û kontrola hinek herêmên stratejîk ji destê rêxistinê hat derxistin.

    Yek ji fermandarê operasyona rizgarkirina Mûsilê General Abdulemîr Yarallah di daxuyaniya xwe de ragihand ku li rojhilatê bajêr taxa Es-Sukur û li bakurê Mûsilê jî qismekî taxa Ed-Dubbat û 7ê Nîsanê hat kontrolkirin.

    General Abdulemîr Yarallah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li bajarê Mûsilê Daîreya Posta û Pêwendî ya Nînovaye, Saziya Veberhênan, Midûriyeta Elektrîk a Nînova û li avahiyên Ewlehiya Navxweyî kontrol hat sazkirin û herwiha di operasyonên duhî yên li bajarê Mûsilê de 193 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Koalîsyonê: Ti ferqa PKK ya Şingalê û DAIŞa Mûsilê nîne
    DAIŞê du pirên li hundirê Mûsilê teqandin
    16 bîrên petrolê yên li Mûsilê ku DAIŞê agir berdabû wan hatin tefandin
    5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 jî li Sûriyeyê hatin rizgarkirin
    Gundê Xufran û Rifakî yên Mûsilê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    193 milîtanên DAIŞî hatin kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, fermandarê operasyona rizgarkirina Mûsilê, Abdulemîr Yarallah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de