03:46 21 Tebax 2017
Zindî
    Xwepêşandana PYDê

    Amerîka: Divê YPG/PYD jî li ser masê hebe

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 171 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di civîna rojnamevanî de bal kişand ser ku divê gelên Sûriyê di prosesa çareseriyê de cî bigirin û got, pêwîst e PYD jî li ser maseya hevdîtinan cî bigire.

    Toner, di civîna rojane ya rojnamevanî de, li ser pirsa peyamnêrê Ajansa Anadolê ya beşdarbûna PYDê di prosesa çareseriya krîza Sûriyê de got, ‘Divê ji bo beşdarbûna prosesê grub û gelê Sûriyê biryar bide. Heger em behsa pozîsyone me bikin, ji ber ku dê ev proses wekî hemû Sûreyîyan Kurdan jî bihewîne nav xwe pêwîst e Kurd jî li ser masê cî bigirin.'

    'YPG HÊZEKE RASTÎN E LI ERDÊ Û XWEDÎ TEMSÎLÎYET E'

    Berdevkê Wezareta Derve eşkere kir ku ji bo beşdarbûna PYDê di civînan de ew bi endamên din ên Koma Piştgiriya Navnetewî ya Sûriyê (ISSG) re hevdîtinan dikin û wiha axivî:

    "Heger em nirxandineke rastîn li ser daneyan bikin, YPG hêzeke li ser erdê ya xwedî temsîliyet e û ji bo çareseriyeke berdewamî ya Sûriyê pêwîst e dengê wan jî bê bihîstin. Ev jî li gorî rûhê Sûriyeyeke demokratîktir a rêya derbasbûna çareseriya polîtîk e ku ji aliyê Sûriyeyîyan ve dê bê qebûlkirin."

    TONER: AMERÎKA TENÊ ALÎKARIYA TAKTÎKÎ DIDE HSD'Ê

    Mark Toner red kir ku ew alîkariya leşkerî li YPGê dikin û got, ‘Li ser piştgiriya komên Kurd YPG û PYDê dikarim vê bibêjim; em mîqdarek alîkariyê didin, lê ev alîkarî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk e û taktîkî ye ku ew jî ji bo têkbirina DAIŞê ye.'

    'EM PKK'Ê WEK RÊXISTINEKE TERORÊ DIBÎNIN'

    Toner diyar kir ku şêwirmendên wan li sahayê hene û gotinên yek ji berdevkên Wezareta Derve John Kirby bi bîr xist û li ser PKKê ev daxuyanî da: "Em PKKê wek rêxistineke terorê dibînin û em di têkoşîna dijî de piştevaniya Tirkiyê dikin. Û em her cure êrîşên PKKê yên ku hêzên ewlekariyê dikin hedef şermezar dikin."

    Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di dawiyê de dubere red kir ku Amerîka alîkariya çekan dide YPGê.

    Bi heman mijarî:

    Li Navenda Giştî ya TRTê îxbara bombeyê hat kirin
    Yekem benda guhertina makezagona Tirkiyê hat qebûlkirin
    Doza Demirtaş hat taloqkirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de