07:40 21 Tebax 2017
Zindî
    ybş

    Berdevkê Koalîsyonê: Ti ferqa PKK ya Şingalê û DAIŞa Mûsilê nîne

    © Foto: ezidipress.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15811

    Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê yê li Bexdayê Mîralay John Dorrian got, ji bo Amerîkayê di navbera DAIŞ û PKKê de ti cudahî nîne.

    Li gor nûçeya Ajansa Anadolê, berdevkê hevpeymaniyê John Dorrian li Hewlêrê digel Berdevkê Operasyonên Hevpar ê Fermandariya Nînowayê Tuggeneral Yahya Resûl, Berdevkê Servîsa Dijîterorê yê Iraqê Sabah en-Numan û Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hîkmet civîneke rojnamevanî pêk anî.

    'DIVÊ HER DU GRUB JI HOLÊ BÊN RAKIRIN'

    Dorrian li ser pirsa peyamnêrê AAyê ya derbarê çi cudahiya hebûna PKKê li Şingalê û hebûna DAIŞê li Mûsilê heye wiha axivî:
    "Di navbera hebûna PKKê li Şingalê û DAIŞ a li Mûsilê de ti cudahî nîne. Lewra em PKKê wek rêxistineke terorê dibînin. Divê her du grub jî ji holê werin rakirin. Ji bo vê jî pêwîst e em bi partner û hevpeymanên xwe re tevbigerin. Ev gelekî girîng e."

    DORRIAN: TI DANÛSTANDINA ME BI PKK'Ê RE NÎNE

    Fermandarê Amerîkî li ser hevdîtinên wan bi PKKê re jî got, ‘Em bi PKKê re bi ti awayî naaxivin. Pêwendiya me bi hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê re heye. Bi rêxistinên terorîst ti kordînasyoneke me tune ye, ev ne karê ku em bikin e."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Navenda Giştî ya TRTê îxbara bombeyê hat kirin
    Doza Demirtaş hat taloqkirin
    Yekem benda guhertina makezagona Tirkiyê hat qebûlkirin
    Senatorên Amerîkî pêşniyar qanûneke dijî Rûsyayê pêşkeş kir
    Mikurhatina Kerry li ser rêkeftina Rûsya û Amerîkayê
    Etîketan:
    Mûsil, DAİŞ, Şingal, PKK, Berdevkê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê John Dorrian, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de