09:39 18 Tebax 2017
Zindî
    HDP AK Parti Parlemana Tirkiye

    Yekem benda guhertina makezagona Tirkiyê hat qebûlkirin

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Madeya yekemîn a pêşniyar qanûna guhertina destûra Tirkiyê bi 347 dengên erê yên parlamentaran hat qebûlkirin.

    Parlamena Tirkiyê gotûbêj û dengdana ji bo guhertina qanûna destûrê ku rê dide zêdekirina erka serokomar û wek ‘Sîstema Serokomariyê tê binavkirin berdewam dikin.

    Yekem madeya guhertina qanûnê ya derbarê guhertina ‘erka darazê' ya destûrê îşev 11ê Rêbendanê ji 487 dengên parlamentarên beşdar bi dengên 347 parlamentaran hat qebûlkirin. Di dengdanê de 132 parlamentaran dengê na, 2yan dengê bêlayan, 2 vala û dengê parlamentarekî jî tune hat hesibandin.

    Li gor vê guhertinê ji xala qanûnê ‘miletê tirk' tê derxistin û tenê tê gotin, ‘dê erka darazê ji aliyê dadgehên serbixwe û bêlayan' ve were bikaranîn.

    Bi vê guhertinê de dê heman benda qanûnê li 9 bendên din ên makezagonê werin zêdekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Koalîsyon piştgiriya îstixbarat û keşfê dide hêzên bakurê Sûriyê
    Senatorên Amerîkî pêşniyar qanûneke dijî Rûsyayê pêşkeş kir
    Mikurhatina Kerry li ser rêkeftina Rûsya û Amerîkayê
    Lavrov û Çavusoglu li ser agirbesta Sûriyê peyivîn
    2 karmendên îstixbarata Tirkiyê hatin girtin
    Etîketan:
    Yekem made hat qebûlkirin, Guhertina destûra Tirkiyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de