08:33 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Doza Demirtaş hat taloqkirin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Dozeke cezayê 5 salan a bo Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş bi hinceta di axaftineke xwe ya sala 2011an a Edeneyê de, ‘propagandaya terorê kiriye’ dihat xwestin, hat taloqkirin.

    Hevserokê HDPê Demirtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBIS) beşdarî rûniştina Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Edeneyê bû ku li salona dadgehê 2 parêzerêr Demirtaş û parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş amade bûn.

    Demirtaş li dadgehê red kir ku wî propagandaya terorê kiriye û dadgehê jî piştî parastina Demirtaş biryar stand ku bi hinceta ‘derbirina fikr û ramanê' doza li ser hatiye vekirin were taloqkirin.

    Li gor biryara dadgehê heger Demirtaş heta 3 salan sûcekî din neke, dê ew doza li ser hatiye vekirin betal bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Koalîsyon piştgiriya îstixbarat û keşfê dide hêzên bakurê Sûriyê
    Senatorên Amerîkî pêşniyar qanûneke dijî Rûsyayê pêşkeş kir
    Lavrov û Çavusoglu li ser agirbesta Sûriyê peyivîn
    2 karmendên îstixbarata Tirkiyê hatin girtin
    Akademîsyenê Kurd: Dê Îran, Tirkiye û Iraq li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê bibin yek
    Etîketan:
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de