09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD

    HSD: Em ne beşekî PKKê ne

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9101

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ne beşeke PKKê ne û wiha dewam kir: "Berovajî îdiayên hinek hêzên herêmî, em beşekî xak û gelê Sûriyeyê ne ku ticarî jê nayê qutkirin".

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek weşand û tê de wiha ragiahdn: "Em komên kurd, erebî, turkmenî, suryanî û asûrî yên sûrî yên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer dikin, teqez dikin ku em ne beşekî PKKê ne û berovajî îdiayên hinek hêzên herêmî,  em beşekî xak û gelê Sûriyeyê ne ku ticarî jê nayê qutkirin".

    "EM Ê LI SER ŞERÊ DAIŞÊ BERDEWAM BIN"

    Hevserokê PYDê Salih Muslim
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Herwiha HSDê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê û qurbaniyên ku dane û wiha dewam dike: "Em careke din radigihînin ku em ê li ser şerê li dijî terorîstên DAIŞê berdewam bin, heta em wan têk bibin û tevahiya gelê Sûriyeyê biparêzin. Di heman demê de em ê di hevkariya xwe li gel endamên hevpeymana navdewletî de berdewam bin ji bo em vî neyarê hevbeş ê cîhanê têk bibin."

    "EM DOSTANIYÊ BI TIRKIYEYÊ RE DIXWAZIN"

    Di dawiya daxuyaniyê de, HSDê diyar dike ku ew hewl didin zemîneke guncav ji aştî û û istiqrarê re li Sûriyeyê çêkin û wiha pê de çû: "Em dixwazin têkiliyên dostaniyê yên xurt wiha bi cîranên xwe re çêkin, Tirkiye jî di nav de."

     

    Bi heman mijarî:

    HSD li Reqayê 5 gund rizgar kir
    HSD: Hevpeymana Navdewletî çekên pêşketî dane me
    HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin
    HSD: Em amadene alîkarî bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
    Şerê HSD û ASAyê li Bab û Minbicê berdewam dike
    "HSD hêza herî biqabiliyet e"
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    Etîketan:
    asûrî, suryanî, tirkmen, ereb, kurd, HSD, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de