01:59 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    YPGê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameyên 6 şervanên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

    Navenda Ragihandinê ya YPGê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di meha Berfanbar 2016an û Rêbendana 2017an de ku li gundewarên bakur û rojavayê Reqayê, di Pêngava Duyem a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan û şervanê bi navê Taha Qamişlo (Mihemetd Emîn Elî) ê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

    Nasnameyên eşkerekirî wiha ne:

    Şervan Bîlen bi nasnavê Çekdar Cûdî,  Îlhan Yagız bi nasnavê Cûdî Batman, Serkan Ekîncî bi nasnavê Dilgeş Mazî, Ferhat Üstün bi nasnavê Şoreş Şirnex, Mihemed Emîn Elî bi nasnavê Taha Qamişlo û Mihemed Elî bi nasnavê Xabûr Kobanê.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim: DYA çekan dide YPGê
    YPGê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
    Çavuşoglu: "Amerîka çekan dide YPGê noqte"
    'Hikûmeta Sûriyê ji YPGê xwest cihê xwe teslîmî Artêşa Sûriyê bike'
    Leşkerên amerîkî û tirk ji bo vekolîna YPGê çûne Minbicê
    Etîketan:
    nasnameyên eşkerekirî, şervanên ypgê, daiş, şer, reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de