21:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Heleb - Sûriye

    "Rûsya û DYAyê li Rojhilata Navîn heman tiştî dikin lê cudahî ew e, yek tenê serkeftî ye"

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Analîstê polîtîk Tom Switzer got, li gel ku piraniya siyasetmedarên li DYAyê rola Moskowê di têkoşîna li Rojhilata Navîn a li dijî DAIŞê biçûk dikin jî,operasyonên Rûsyayê li Sûriyeyê bi gelekî bi bandotirin ji operasyonên hevpeymana DYA pêşengiya wê dike, yên li Iraqê.

    Switzer bi radyoya Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku hêzên hevpeymanê li Iraqê çi dikin, hêzên hewayî yên Rûsyayê hema hema heman tiştî li Sûriyeyê dikin û wiha dewam kir: "(Hevpeyman) alîkariyê dide birêveberiya şîî ya Îranê piştgiriya wê dike ta ku serhildêrên sunî têk bibe. Cudahiya navbera wan. Operasyonên Rûsyayê, bi taybetî li rojhilatê Helebê, bi ser ketin lê operasyonên Amerîkayê bi ser neketin".

    "RÛSYA BI GELEKî JI DYAYÊ SERKEFTÎTIR E"

    Endamê qidemdar ê Zanîngeha Sydneyê ya xebatên DYAyê Switzerî wiha got: "Rastî ev e, rûs di têkbirina serhildêrên sunî li Sûriyeyê de, bi gelekî ji DYAyê li Iraqê serkeftîtir bû. Mûsil jixwe mînaka vî tiştî ye". Akademesiyen diyar kir ku kêşeya li Sûriyeyê, ji nakokieke sunî-şîî berfirehtir e û wiha dewam kir:
    "Di 4 salên pêşî yên qeyranê de, DYA li gel hevbendên xwe yên sunî ku Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeter jî di nav wan de bû, li dijî birêveberiya Esadî piştgirî dan serhildêrên sunî û piştevaniya wan kir. Ev komên sunî bûn komên wek DAIŞ û cîhadîstên sunî. Eger hûn vegerin destpêka sala 2015an, hindil mabû serhildêrên sunî Serok Beşar Esad birûxînin.

    "RÛSYAYÊ PIŞTGIRÎ NEDABÛYA BEŞAR, DERYAYA SPÎ YA ROJHILATA DI DESTÊ DAILÊ DE BÛ"

    Eger biryara Rûsyayê ne piştgirtina hikûmeta meşrû bûya, komên radîkal dê Heleb bistenda û wan ji wê derê berê xwe bida Şamê. Bifikirin ku bajarên Sûriyeyê ketine destên cîhadîstan. Deryaya Spî ya rojhilat dê têketa destê DAIŞê."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îran: Îdiayên dibêjin Sûriye wê bibe 3 perçe, derew in
    Sûriye diyaloga bi Tirkiyeyê re bi şert dipejirîne
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Sûriye: "Delîlên ku Enqere û Washîngton piştgiriya milîtanan dikin hene"
    Etîketan:
    Tom Switzer, Iraq, Sûriye, Heleb, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de