00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    ENKSê li ser bingeha federasyonê destûreke bingehîn amade dike

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12220

    Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) pênûmayeke destûra bingehîn bi navê "Pêşniyar ji bo birêvebirina herêmên kurdî li Sûriyeyê" amade kir. Endamê Polîtbîroya PDK-Syê û birêveberê ENKSê Muslim Mihemed ji Spûtnîkê re got ku wan pêşnûmayek amade kiriye û ew di wê pênûmayê de federasyon ji Kurdistana Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê re dixwazin

    Hikmet Durgun

    Hevserokê PYDê Salih Muslim
    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di wê pêşnûmaya ENKSê de ya ku hîn bi raya giştî re nehatiye parvekirin,herêma bakurê Sûriyeyê(Rojava) wek yekbûnekê tê nasîn û bakurê Sûriyeyê wek beşekî ji tevahiya Sûriyeyê dipejirîne û diyar dike ku ew herêm dê beşdarî hemû biryarên dewleta Sûriyeyê bibe.

    Destûra Bingehîn ji 115 madeyan pêk tê û madeyên herî berbiçav tê de wiha ne; "navenda Herêma Kurdistana Sûriyeyê, Qamişlo ye û navenda Dadgeha Destûra Bingehîn jî Kobanî ye."

    Herwiha destûr giringiyê dide hêmana laîsizmê û hinek made hene ku dibêjin: Zimanê fermî kurdî, erebî û suryanî ye. Her kes di bikaranîna zimanê xwe de azad e".

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Endamê Polîtbîroya PDK-Syê û birêveberê ENKSê Muslim Mihemed
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Endamê Polîtbîroya PDK-Syê û birêveberê ENKSê Muslim Mihemed

    Birêveberê ENKSê Muslim Mihemed derbarê pêşnûmaya destûra bingehîn de ji Spûtnîkê re axivî.

    "PAYTEXTA KURDISTANA SÛRIYEYÊ DÊ QAMIŞLO BE"

    Mihemed diyar kir ku ENKS pêşnûmayeke destûra bingehîn amade kiriye û wiha dewam kir: "Ji zû de em li ser pêşnûmaya destûra bingehîn dixebitin. Pêşnûma ji 115 madeyan pêk tê. Me hîn pêşnûma ji raya giştî re ranegihandiye. Hîn xebat li ser berdewam dikin. Me pêşnûmaya heyî ji raya giştî re ranegihand lê hinek ciwanên me yên dilxwazê ENKSê ew ragihand. Dibe pêşnûma dê di demeke nêz de bê ragihandin. Hîn danûstendin li ser pêşnûmatê tên kirin. Piştî ku pêşnûma di kongreya ENKSê de were pejirandin. Em ê pêşî pêşnûmayê bidin gelê Sûriyeyê, dûre em ê bidin Rûsya, Sûriye, Ewropa û tevahiya cîhanê. Em vê destûrê ji bo tevahiya gelê xwe çêdikin. Paytexta Kurdistana Sûriyeyê dê Qamişlo be, ji ber navenda Kurdistana Sûriyeyê ye û mezintirîn bajarê wê ye."

    "EM FEDERASYONÊ JI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ DIXWAZIN"

    Herwiha Mihemed teqez kir ku ew federalîzmê dixwazin û wiha dewam kir: "Em federasyonê tenê ji bo Kurdistana Sûriyeyê pêşniyar nakin lê ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşniyar dikin. Li gorî me, baştirîn rê û çareserî federasyon e. Em dibêjin, rewşa Sûriyeyê, encex bi federasyonê çareser bibe. Rêyeke din a çareseriyê tine. Federasyon tekane rê rawestandina mirin û şerî ye. Bi federasyonê, gelên Sûriyeyê dê bikarin bi reng û şêwaza dixwazin bijîn.

    ENKSê di 26ê Cotmeha 2011an de hatiye damezirandin û niha ji 6 partiyan pêk tê û tê gotin ku nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

     

    Bi heman mijarî:

    ENKS wê sibe li Qamişloyê xwepêşandanekê lidar bixe
    ENKS amadekariyên kongreya xwe ya çaremîn dike
    Lêkolîner Sîpan Seyda: Divê ENKS û PYD li dijî rejimê bibin yek!
    ENKS bangî civata navdewletî kir: Fişarê li Esadî bikin ta li Hesekê nexîne
    ENKS bi Balyozê Rûsyayê re dicive
    ENKS li Hewlêrê serdana balyozxaneyên hinek dewletan dike
    Etîketan:
    federasyon, ENKS, Muslim Mihemed, Sûriye, Rojava, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de